Kombûna Oldarên Rojava-Bakurê Sûriyeyê ku li Amudê bi beşdariya gelek oldarên misliman, xiristiyan, êzidî û elewî, her wiha rewşenbîr, parazvanên mafên mirovan û jinan hat lidarxistin, bi dawî bû.
Piştî nîqaşên ku ji serê sibehê heta êvarê hatin meşandin, encamname bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin.
Daxuyanî bi beşdariya hemû oldaran, ji aliyê Cîgirê Serokê Meclîsa Şêwirmendên Misliman a Kantona Cizîrê Ebdurrehman Bedirxan ve hate xwendin.
Di encamnameyê de ev tişt hatin gotin:
"Oldarên misliman, xiristiyan, êzidî, elewî, her wiha rewşenbîr û lêkolînerên ku bi hestên berpirsyariya olî û însanî tevdigerin; li hemberî bûyerên kuştin, hilweşandinên û tundrewiya li cîhanê û bi taybetî li Sûriyeyê pêk tên civiyan. Di nîqaşên ku hatin meşandin de, li ser van xalan lihevkirin çêbû.
1- Di civînê sembola olan hat diyarkirin. Li gorî vê, di orta sembolê de mizgefteke ku di bin de peyva 'aştiyê' hatiye nivîsandin, li aliyê rastê yê mizgeftê jî dêreke ku di bin wê de peyva 'hezkirin' hatiye nivîsandin. Li aliyê çepê yê mizgeftê jî laleşek ku di bin peyva 'edalet' hatiye nivîsandin heye.
2- Ji bo pêşxistina têkiliyan û berfirehkirina çalakiyan wê desteyek bê avakirin û li gorî pêwîstiyan desteyên wê bên çêkirin. Her wiha wê malperek înternetê bê vekirin da ku çalakiyên wê bêne lidarxistin li qada navneteweyî bêne belavkirin.
3- Ji pêşxistina têkilî, biratî, jiyana hevbeş û aştiyane wê bernameyên ji bo xurtkirina danstendinan bêne amadekirin da ku hemû cîhan zanibe ku Mezopotamya û Bakurê Sûriyeyê bi çand û pir rengiya xwe ya etnîkî û olî dewlemend e. Ev jî nîşaneya jiyana hevbeş a dîroka gelên herêmê ye.
4- Li hemberî sedemên ku radîkaliyê derdixînin, li şûna zêdekirina şer banga yekkirina hewldanên ji bo çareseriya guncaw dike. Ev yek hinceta nirxên exlaqî û olî ye, her wiha perçeyek dewlemendiya piralî ye.
5- Di civakek saxlem de rola jinan girîng e. Ji ber ku jin nîvê civakê ye. Her wiha nîvê din ê civakê jî terbiye dike. Jin di kar û barên kombûnê de çalak e.
6- Ciwan jî stûnên demê û enerjiya pêşerojê ne, lewma divê bêne zanekirin û şansên kar ji bo wan bêne peydakirin da ku valahiyên xwe dagirin û feyde bidin civakê.
7- Bi rêya girîngîdayîna malbatan, bi hemû rê û rêbazan ji bo zarokan jî girîngî tê dayîn.
8- Ev kombûn hemû reng û cureyên radîkal ên di bin navê bîrdozî, etnîkî, olî û hwd. de şermezar dike. Her wiha hemû cureyên tundiya li dijî mirovan ku ji ber hincetên bawerî yan jî neteweya wan pêk tên, şermezar dike.
9- Ev kombûn hemû komkujiyên ku li ser xwişk û birayên me yên êzidî li Şengalê pêk hatine û komkujiyên ku beriya wê li ser êzidiyan pêk hatine şermezar dike. Kombûn wê ji bo rizgarkirina jin û zarokên di destê kujeran de, xebat bimeşîne.
10 – Komkujiyên ku li Til Temir û Mûsilê li hemberî xiristiyanan de hatine kirin, şermezar dike.
11- Kombûn talan û kuştinên ku li tevahiya cîhanê li dijî mislimanan pêk tên şermezar dike.
12- Kombûn êrîşên li ser bajarên Kurdan, bûyerên kuştin û talankirinê şermezar dike.
13- Kombûn soz dike ku li hemberî binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber sedemên bawerî yan jî neteweya mirovan pêk tên, helwestên guncaw û erênî nîşan bide û piştgiriya dozên rasteqîn bike."