7 welatiyên ku li Silopiya hatin qetilkirin spartin axê

Di encama topbarana çeteyên Qesrê de li Taxa Başak û Barbaros ya Silopiyaya Şirnexê 7 welatiyên sivîl ên hatibûn qetilkirin, spartin axê. Li aliyekê din êrîşên li ser Taxa Başakê didome û di encamê de dengê teqînên dijwar rû didin.

Êrîşên qirkirinê carek din li navçeya Silopiyaya Şirnexê ketin dewrê. Di encama topbarana çeteyên Qesrê yên di 6’ê Nîsanê de, li Taxa Başak(Zap) û Barbarosê  Muhyettin, Sadettin, Ahmet ve Îsa Tonguç, Zulfiye Şalk (70), Behiye Erener (45) û Rahîme Sanir (14) hatibûn qetilkirin. Cenazeyên ku ji bo otopsiyê biribûn Rihayê ji bo defnkirinê  anîn navçeya Silopiyayê.

Cenazeyên 7 welatiyan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê û di bin dorpêça çeteyên Qesrê de  birin goristana Taxa Yenîşehîr a Silopiyayê. Ji her malbatekê tenê destûra 2 kesan hatine dayin tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyên 7 welatiyên sivîl hatin definkirin.

Li aliyekê din di encama topbaran û êrîşên çeteyên Qesrê yên li ser taxên Zap û Barbarosê de avahiyan didin ber agir, gelek avahî jî hilweşandin. Piştî teqîna mezin a li Taxa Başakê rû da, tax di bin tozê de ma. Li cihê teqînê agir bi avahiyan ket.

Li cihê teqînê dûman bilind dibin.