TEV-DEM’ê ji bo piştgiriya şervanên YPG, YPJ û şermezarkirina komkujiyên ku li ser gelê Şêx Meqsûdê, meşek organîze kir.
Ehmed Dadalî
KOBANÊ
şemî, 9 avrêlê 2016, 21:49
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) ji bo piştgiriya şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û şermezarkirina komkujiyên ku li ser gelê Şêx Meqsûdê ên ji aliyê komên çeteyan pêk tên meşek li dar xist.
Ji bo tevlîbûna meşa ku ji aliyê TEV-DEM’ê bi armanca piştgiriya şervanên YPG, YPJ’ê danê nîvro hate organîzekirin, bi sedan welatiyên Kobanê berê xwe dan li Qada Jina Azad a li destpêka Cadeya 48’emîn.
Di meşa ji aliyê TEV DEM'ê ve hate organîzekirin de şervanên YPG'ê û YPJ'ê yên birîndar bibûn li pêş cihê xwe girtin.
Di meşê de welatiyan siloganên silavkirina berxwedana YPG'ê/YPJ'ê berz kirin. Meşa ji Cadeya 48’emîn destpêkir heta qada Aştiyê dom kir. Li vir peyamên YPG'ê, Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê, Rêveberiya Xweser, TEV-DEM'ê hatin xwendin.
Di peyaman de komkujiyên li ser gelê Şêx Meqsûdê yên ji aliyê komên çete yên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Ceyş El-Îslam û Tûgaya Sûltan Mûrat yên girêdayî rejîma AKP'ê pêk tên û her wiha li vir ji aliyê çeteyan ve bikaranîna gazên kîmyewî hate şermezarkirin.