Pîrê Elewî: Tevî komkujiyan jî em li vir man, em ê erdnîgariya xwe neterikînin
Pîrê Ocaxa Sînemîlî Mehmet Yuksel destnîşan kir, ku AKP bi çêkirina kampa AFAD'ê li herêma Kurdên Elewî Terolarê re dixwaze, nasname û çanda Elewîtiyê ji destê wan bigire.
HASAN YOLDAŞ
MEREŞ / ANF
yekşem, 10 avrêlê 2016, 07:00
Pîrê Ocaxa Sînemîlî Mehmet Yuksel destnîşan kir, ku AKP bi çêkirina kampa AFAD'ê li herêma Kurdên Elewî Terolarê re dixwaze, nasname û çanda Elewîtiyê ji destê wan bigire.
Mehmet Yuksel li ser vê kampa AFAD'ê ya li herêmeke di nabera 7 gundên Elewî de tê çêkirin ji ANF'ê re axivî bibîr xist, ku ev herêm ji bo Elewîtiya Mereşê, dihemand emê de weke deriyê Mezopotamya û Rojhilata Navîn ê ketina nava erdnîgariya Tirkiyeyê ye.
Yuksel bal kişand ser girîngiya vê rêgehê û diyar kir, bi çêkirina kampa li herêma Terolarê re hewl tê dayîn dek û dobalên qirêj bên gerandin û nasname û çanda wan ji destê wan bê girtin. Pîr Yuksel got, "Di sala 1978'an de bi provokasyon û komkujiya hovane ya li Mereşê re girseya li ser aboriya Mereşê serdest bû xwestin tine û koçber bikin. Ji hin aliyan ve bi ser jî ketin. Niha dixwazin li deşta Pazarcixê ya di destê Elewiyan de ye û wê derê xwedî dike, vê plana xwe bidomînin. Ev yek wê bi tenê li Mereşê nemîne. Faşîzma Îslama kesk a AKP'ê dixwaze şerê li Sûriyeyê bi rê û rêabzekê re bîne vê derê."
'TEVÎ EWÇEND KOMKUJIYAN EM LI VIR MAN, EM Ê ERDNÎGARIYA XWE NETERIKÎNIN'
Yuksel got, "Tê xwestin ku em erdnîgariya Mereşê biterikînin û biçin. Em ê vê erdnîgariyê neterikînin û neçin. Tevî ewçend komkujiyan em li vir man. Ev der ji bo me gelekî girîng e" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di nava vê dema ku Elewî ewqasî asîmîle bûne û em jî li hemberî vê rewşê têdikoşin de, di çarçoveya têkoşîna xwe ya Elewîtiyê de em neçar in hîn bêhtir xwedî li vê derê derkevin."
Pîr Yuksel da xuyakirin, ku çi li welêt çi jî li derveyî welêt, divê Elewî, Kurd û her kesên li Anatolî û Tirkiyeyê dijîn li hemberî vê zordariya welêt ber bi karesatê ve dibe, hêza xwe bikin yek û got, "Qn3uên xwe, destûra xwe ya bingehîn, hiqûqa xwe binpê dikin. Li pêş çavên tevahiya cîhanê vê dikin. Li pêş çavên me rewşaş aborî û demografîk parçe dikin. Hewl didin ya me asîmîle bikin û bikişînin nava îdeolojiya fermî, yan jî me bieciqînin. Vê jî venaşêrin. Di perwerde, aborî, jiyana kar, li navendên baweriyê û di nava jiyana rojane ya civakî de li her derê vê dikin, vê ferz dikin. Bê teredût jin, zarok, extiyar, ciwan her kesî qetil dikin. Û mîna ku tiştekî gelekî normal e vê yekê ji cîhanê re vedibêje."
'DIXWAZIN TÊKILIYA ME YA BI NASNAMEYA ME RE BIBIRIN'
Pîr Yuksel girîngiya yekîtiya hêzê ya li dijî zilm û zordariyê careke din bibîr xist û got, "Erdnîgariya Mereşê weke mîrateyekê ji me re ma ye. Ji aliyê nasnameya Elewîtiya Kurd a Sersor de ev der navendeke girîng e. Hûn li kîjan çiya, girî binêrin, hûn biçin kîjan gundî, hûnê ziyaretgehekê, tibeyekê, dergahekê, cihekî pîroz bibînin. Ev erdnîgarî hînê hestên manewî yên mirovan xwedî dike. Dema me ji vê xakê qut bikin wê têkiliya me ya bi hebûn û nasnameya me jî qut bikin." Yuksel destnîşa kir ku ew ê ti carî dest ji vê mîrateya xwe bernedin.
'EM Ê NEHÊLIN ZALIM LI VÊ DERÊ KÊFXWEŞ BIBIN'
Pîr Yuksel herî dawî ev tişt got: "Dikare bi zor û zextê re bikevin vê derê. Bi tank, top û çekan re dikarin bikevin vê derê. Mîna ku bajar şewitandin. Lê wê nikaribin vê derê feth bikin. Wê nikaribin li vir bi ser kevin. Mîna ku pîrên me gotin. Sefer li hemberî Dêrsimê dibe, lê serketin ti carî nabe. Heman tişt ji bo Mereşê jî derbas dibe. Em ê nehêlin zalim li vê derê bi ser kevin û kêfa wan bê. Heta em hebin, heta erdnîgarî û qadên me yên pîroz hebin, ev têkoşîna me wê li her qada jiyanê bidomê. Ev erdnîgarî, ev welat, ev ax ên me ne. Em nikarin li cihekî din nefesê bigirin. Paşeroja me li vir e, roja me ya îro li vir e, pêşeroja me li vir e."