Li Şêx Meqsûdê 3 sivîlên din jî birîndar bûn

Di êrîşên çeteyên SÛK û ENKS’ê yên li hember Taxa Şêx Meqsûdê de 3 sivîlên din jî birîndar bûn.

Di êrîşên çeteyên SÛK û ENKS’ê yên li hember Taxa Şêx Meqsûdê de 3 sivîlên din jî birîndar bûn.

Komên çete yên qaşo girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê ne, ku bermahiyên ENKS’ê jî di nav de ne, careke din bi çekên giran ên weke topên hewan, topên gazê û topên dojehê êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn. Her wiha ziyanên madî jî gihiştin malên welatiyan.

Kesên birîndar bûne, ji bo dermankirinê rakirin navenda Heyva Sor a li taxê.

Êrîşa li ser taxê dewam dike. Komên çeteyan ji 16’ê Sibatê ve bi rengekî hovane êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin.