Çeteyên Qesrê yên nikarin bi berxwedanê, bombeyan li Şirnexê dibarînin
Çeteyên Qesrê bi tank, top, obus û doçkayên ji rojhilat heta rojavayê bajarê Şirnexê bi cih kirine, êrîşî taxan dikin. Ji ber bomberdûmana giran, gelek xanî xera bûn.
Çeteyên Qesrê bi tank, top, obus û doçkayên ji rojhilat heta rojavayê bajarê Şirnexê bi cih kirine, êrîşî taxan dikin. Ji ber bomberdûmana giran, gelek xanî xera bûn.
Li Şirnexê, êrîşên qirkirinê yên di bin navê "qedexeya derketina derve" de tên kirin, di roja 27. de ye. Tank, top, obus û maşînên zirxî yên li dora bajêr hatine bicihkirin, bajêr bombe dikin. Ji ber vê bomberdûmana herî dijwar a rojên dawî, gelek xaniyên li taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Dîcle û Bahçelîevlerê xera bûn.
Tank, top û maşînên zirxî yên ji rojhilatê Şirnexê ji 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor heta rojavayê bajêr Tûgaya Jendermeyan Çakirsogut li Mişûlê, Serê Sirkê û Goristana Kendêlîşê hatine bicihkirin, bombeyan li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dîcleyê bombe dikin. Li dora taxan jî şerekî dijwar diqewime.
Li aliyê din, ji Fermandariy Tumenê heta Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut, çeteyên Qesrê doçka li girên bilind bi cih kirine û guleyan li taxên berxwedanê direşînin. Li jora taxa Bahçelîevlerê jî, li herêma ku avahiya berê ya Midûriyeta Emniyetê û lojmanên polîsan lê ne, şerekî dijwar diqewime.
Şer li taxa Yenî jî dewam dike. Li vê taxa bombe lê dibarin, hat ragihandin ku rewşa sivîlan baş e, lê gelek xanî xera bûne.