Di êrîşên çeteyan de zarokekî jiyana xwe ji dest da, 4 kes birîndar bûn
Di êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêxmeqsûd de zarokekî jiyana xwe ji dest da, 4 sivîl jî birîndar bûn.
Di êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêxmeqsûd de zarokekî jiyana xwe ji dest da, 4 sivîl jî birîndar bûn.
Çeteyên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê û ENKS'ê îro saet di 12:30 de êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.
Ji ber êrîşa bi topan a çeteyan Fereh Îbrahîm ê 13 salÎ jiyana xwe ji dest da, 4 sivîl jî birîndar bûn.
Di vê navberê de şerê di navbera şervanên YPG/YPJ û komên çete de diqewimin, dewam dikin. Hat ragihandin, bi dehan çete ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatine kuştin.