Çeteyên Qesrê, li Hezexê vedana konan asteng dike
Li Hezexê di encama êrîşên qirkirinê de malên gel bêkêr bûne, vedana konên şaredariyê ku ji bo gel lê bimînin didin jî ji aliyê çeteyên qesrê ve tên astengkirin.

Piştî êrîşên qirkirinê yên li navçeya Hezex a Şirnexê, astengiyên çeteyên Qesrê yên li hember pêdiviyên gel yên vegerînê berdewam dikin. Welatiyên ku malên wan di êrîşan de bêkêr bûne, Şaredariya Hezexê konan didê, lê polîsên dewleta Tirk rê nadin ku gel konên xwe vedin.
Çeteyên Qesrê ji welatiyên ku dixwazin konan vedin re dibêjin, “Eger hûn konan vedin, em ê der barê we de doza lêpirsînê bidin destpêkirin.”
Hevşaredarên Hezexê Mehmet Mehdî Aslan û Nevîn Gîresûn Omyan li hember nêzîkatiyên polîsan ên kêfî bertek nişan dan.
Aslan diyar kir ku weke şaredar hemû xebatên wan rastî astengiyên polîsan tên, bal kişand ku şaredariya navçeyê ji aliyê Qeymeqamtiyê ve tê bêbandorkirin. Aslan destnişan kir ku hemû xebatên wan tên astengkirin, got: “Hêzên dewletê li hember her hewldaneke me Qeymeqamtiyê nişan dide, lê Qeymeqamtî jî me mûxatab nagire.”
Hevşaredara Hezexê Nevîn Gîresûn Omyan jî da xuyakirin ku ji bo astengkirina xebatên şaredariyê dest danîne ser kamyon û kepçeyên şaredariyê. Omyan anî ziman ku ji ber vê tîmên paqijiyê nikarin li Taxên Tûrgût Ozal û Yenî paqijiyê bikin, bi neçarî ji aliyê gel ve tên komkirin û şewitandin. Omyan bal kişand ku ji ber rewşa hewaya germ jî rê li ber tendirûstiya ne baş vedike û wê nexweşiyên cuda bi xwe re bîne. Omyan diyar kir ku bila êdî hêzên dewlet û Qeymeqamtî dest ji kiyarên xwe yên kêfî berdin û rê bidin ku şaredarî xizmeta gelê mexdûr bike.