YPS’ê bîlançoya 3 rojan eşkere kir
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, encama şer û çalakiyên 3 rojên dawiyê eşkere kir, da xuyakirin ku yek jê payedar, 18 POH û 6 JOH hatine kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, encama şer û çalakiyên 3 rojên dawiyê eşkere kir, da xuyakirin ku yek jê payedar, 18 POH û 6 JOH hatine kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bi daxuyaniyek têkildarî êrîşên li Kurdistanê û bîlançoya şerên 3 rojan agahî parve kirin.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Berxwedana me ya li hember çeteyên DAÎŞ, AKP’a faşîst û dagirker ku dixwazin dîsa li Kurdistanê mêtîngeriyê bidin meşandin, bi awayekî berfireh berdewam dike. Li bajarên ku berxwedana xwerêverberiyê bi awayekî bi heybet berdewam dike, rexmê êrîşên çeteyan her ku diçe berfireh jî dibin, lê nikarin ti encaman bi dest bixin.”
Koordînasyona YPS’ê di daxuyaniyê de têkîldarî encamên giştî yên li Nisêbîn, Gever û Şirnexê wiha got: “1 jê Payedar 18 POH û 6 JOH hatine kuştin, 8 endamên POH’ê û 2 endamên JOH’ê jî birîndar bûne. 4 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin û 3 wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin. Her wiha 2 balafirên keşfê yên Drone jî hatine xistin. “
Daxuyaniya Koordînasyon Giştî ya YPS’ê têkildarî rewşa berxwedana li bajarên berxwedanê ev agahî parve kirin:
NISÊBÎN
5’ê Nîsanê dema ku kepçeya zirxî xwest bikeve Taxa Alîka, ji aliyê hêzên me ve çalakiyek li hember hatiye lidarxistin û di encamê de wesayît bêkêr bûye.
7’ê Nîsanê wesayîteke ejder û keçpeyeke zirxî dema ku xwestin bikevin Taxa Çaxçax ji aliyê hêzên me ve çalakiyek li hember hatiye lidarxisin. Di encama çalakiyê de wesayîta zirxî bi tevahî bêkêr bûye û ji aliyê wesayîtên barhilgir ve ji cihê bûyerê hatine rakirin. Kepçe jî hatiye derbkirin û ji neçarî vekişiyaye. Li vir tkildarî hêjmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Dîsa di heman rojê de di encama çalakiyeke sûîqestê ya YPS-Jin de çeteyekî Qesrê birîndar bûye.
7’ê Nîsanê çalakiyeke li hember wesayîta zirxî ya Ejder ku êrîşî Taxa Gelhat kir, pêk hatiye. Di encama çalakiyê de wesayît îmha bû, gelek ambûlans hatin cihê bûyerê. Wê piştre têkîldarî vê çalakiyê agahiyên hê berfirehtir bêne parvekirin.
8’ê Nîsanê çeteyên Qesrê bi aramanca qetlîamakê li ser Taxa Alîka pêk bînin êrîş kirin, lê rastî bersivdayineke xurt a hêzên me hatin. Di encama şer de 2 çeteyên Qesrê hatine kuştin. Dîsa di heman taxê de li dijî hêzên operasyonê yên ku ketin malê çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin û di encama çalakiyê de 3 çeteyên Qesrê hatine kuştin, gelek çete jî hatin birîndarkirin. Di heman rojê de hêzên me yên berxwedêr pêgerek keşfê ya Drone hatiye xistin.
8’ê Nîsanê li Taxa Çaxçaxê komek çeteyên Qesrê, dema ku xwestin li malakê bi cih bibin ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û hatin hedefgirtin. Têkildarî kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dema ku agahiyên zelal hatin, wê bi raya giştî re bê parvekirin. Dîsa di encama çalakiya ku li hember komek endamên JOH’ê de 5 endamên JOH’ê hatine kuştin û 8 JOH jî birîndar bûne.
9’ê Nîsanê dema ku kepçeyek zirxî xwest bikeve Taxa Çaxçaxê, çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin, di çalakiyê de wesayît bêkêr bûye.
9’ê Nîsanê saet 11:00’an ji aliyê yekîneyên me ve pêgereke keşfê ya Drone hatiye xistin.
Di encama êrîşên hêzên dewletê yên bi obus, tank û hewanan de gelek mal hatine hilweşandin û bêkêr bûne.
ŞIRNEX
Di pevçûnên 9’ê Nîsanê de 2 POH hatin kuştin.
Li pêşiya dibistana kevin a Şirnexê wesayita zirxî ya Kobra dema gule avêt ser hêzên me, wesayît hate derb kirin.
10’ê Nîsanê serê sibehê li ser rêya Navyen li hemberî wesayîtek zirxî ya Kobra çalakiyek sabotajê hate lidarxistin û di encamê de wesayita zirxî hate îmhakirin. Şerên li Taxa Dîcle û Cûmhûriyetê hê jî didome. Der barê şer û çalakiyan de em ê piştre agahiyan bidin.
Li nêzî girtîgeha kevin li dijî koma JOH ya ku kombûyî, hêzên me çalakiyek pêk anî, di encamê de 2 JOH hatin kuştin û 2 JOH jî birîndar bûn.
Di 9’ê Nîsanê danê sibehê li ser rêya Sêrtê hêzên me tankek kirin hedef, piştî wê tank neçar ma ku vekişe. Li heman herêmê di encama çalakiyê de JOH’ek hatiye kuştin. Ji 9’ê Nîsanê heta niha li Taxa Yenî şerên dijwar didome. Li cihê şer diqewime, hêzên dijmin gelek ambûlansan dişîne.
Di 9’ê Nîsanê li Taxa Îsmetpaşa çepera ku çeka A-4 lê hebû hatiye xistin, li vir 3 JOH hatine kuştin.
GEVER
Di 9’ê Nîsanê saet 13.00’an de çeteyên Qesrê, xwestin li gel depoya avê bikevin Taxa Cûmhûriyetê, lê hêzên me ev ferq kirine û li wan xistine. Di encama şer de 1 payebilind û 5 çeteyên Qesrê hatine kuştin. Her wiha gelek çeteyên Qesrê jî birîndar bûne. Agahiyên zelal em ê piştre ragihînin. Hêzên dewletê bi obus, hewan, katyûşa û tankan ve taxê bi dijwarî bomberdûman dikin. Bomberdûman didome.”