Li Geverê derb li çeteyên Qesrê hat xistin
Li Geverê di encama teqînekê de 3 polîsên tîmên taybet bi giranî birîndar bûn.
Li Geverê di encama teqînekê de 3 polîsên tîmên taybet bi giranî birîndar bûn.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku "qedexeya derketina derve" di rojaj 29. de ye, duh êvarê li taxên Gungor û Cûmhûriyetê teqîn û şer qewimîn. Hat ragihandin, li van her du taxan 3 polîsên tîmên taybet ên Tirk bi giranî birîndar bûne.
Polîsên tîmên taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê ku veguheriye biryargeha leşkerî û li vê derê di servîsa lezgîn de tên ragirtin.