Li Geverê bombe li taxan tên barandin
Li Geverê, ku terora AKP'ê lê dewam dike, taxên Cûmhûriyet û Gungor ji nû ve tên bombekirin. Hêzên rejîma Tirk xaniyan dişewitînin.
Li Geverê, ku terora AKP'ê lê dewam dike, taxên Cûmhûriyet û Gungor ji nû ve tên bombekirin. Hêzên rejîma Tirk xaniyan dişewitînin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, berxwedana xwerêveberiyê di roja 29. de ye. Êrîşên li hemberî taxên berxwedanê yên Geverê jî dewam dikin. Li taxên Gungor û Cûmhûriyetê ku heta derengiya şevê bomberdûmanê lê dewam kir, dengê çekan hat bihîstin. Tankên li Tabura Efeler, Fermandariya Alayê ya Navçeyê û li ser rêya Şemzînanê bi cih bûne, danê sibehê hewl dan bikevin nava taxên berxwedanê. Di encama destwerdana YPS/YPS Jinê de hêzên dewleta Tirk neçar man xwe vekişînin. Piştre hawan, obus û top avêtin taxan.
Li taxên orman, Mezarlik, Eskî Kişla, Yeşîldere û Dîze jî, ku ji aliyê maşînên zirxî ve hatine dorpêçkirin, hêzên dewleta Tirk deriyan dişikînin û agir ber didin malan.