Li Şirnexê 2 cenaze anîn nexweşxaneyê

Li Şirnexê piştî bomberdûman û şerên dijwar 2 cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê.

Li bajarê ku bomberdûman û şerên herî dijwar ên rojên dawî diqewime, bi tevahî şîdeta xwe ve li Taxên Cûmhûriyet, Dîcle, Îsmetpaşa, Bahçelîevler, Gazîpaşa û Yeniyê şer û bomberdûman dewam dikin.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, 2 cenazeyên tê gotin ku aîdî şervanên YPS’ê ne danê nîvro rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê. Lê, rêveberiya nexweşxaneyê û emniyet têkîldarî cenazeyan ti agahiyan nade.

Ekîbên Medîkal a Neteweyî ya girêdayî AFAD’ê û tîmên taybet bi destpêkirina şer ve dest danîbûn ser nexweşxaneyê.