Dewleta Tirk bi lez û bez li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo xendekan dikole

Li Nisêbîna berxwedêr ku êrîş lê giran dibin, çeteyên qesrê lez dan xebatên xwe yên kolandina xendekên navbera Nisêbîn-Qamişloyê, ku berî çend mehan destpê kiribûn.

Li Nisêbîna berxwedêr ku êrîş lê giran dibin, çeteyên qesrê lez dan xebatên xwe yên kolandina xendekên navbera Nisêbîn-Qamişloyê, ku berî çend mehan destpê kiribûn.

Hêzên dewleta Tirk ji aliyekî ve êrîşên xwe yên giran bi ser taxên Nisêbîna Mêrdînê ve dibin, ji aliyekî din ve jî di navbera bajarê Rojavayê û bakurê Kurdistanê de xendekan dikole. Êrîş û topbarana hêzên dewletê ya li dijî taxên Nisêbînê di roja 28. de dewam dikin. Ev 28 roj in hêzên dewletê bi hemû hêza xwe nikarin bikevin taxên berxwedanê, piştî berxwedana gelê Nisêbînê gur bû, hêzên dewleta Tirk jî ji derveyî taxan bi bombe, hawan û bi tankan ji dûr ve êrîşên xwe dewam dikin. 

Her wiha ji derveyî topbarana hêzên dewletê, dewleta Tirk lez dan kolandina xendekan û lêkirina dîwarên şermê. Di nava rojê de bi dehan TIR'ên ku dîwarên ji bo di navbera sînor de bên lêkirin li wan hatin barkirîne li ser rêya Îpekê dibin derveyî bajêr. Hat dîtin ku hêzên dewletê lez dane kolandina xendekan û bi kepçeyên zirxî xendekan di navbera Qamişlo û Nisêbînê de dikolin. Li gorî agahiyan xendekên tên kolandin gelekî kûr in.