Agahî ji 3 cenazeyên şervanên YPS’ê nayên girtin

Li Silopiya piştî şerê ku di navbera çeteyên qesrê û YPS’ê de derketî, 3 şervanên YPS’ê jiyana xwe ji dest dabûn, agahî ji cenazeyên wan nayê girtin.

Li Silopiya piştî şerê ku di navbera çeteyên qesrê û YPS’ê de derketî, 3 şervanên YPS’ê jiyana xwe ji dest dabûn, agahî ji cenazeyên wan nayê girtin.

Di 5’ê Nîsanê li navçeya Silopya ya Şirnexê di navbera çeteyên Qesrê û şervanên YPS’ê de şer derketibû, di encamê de 3 şervanên YPS’ê jiyana xwe ji dest dabûn, agahî ji cenazeyên wan nayê girtin. Hate zanîn piştî şer, cenaze rakirine nexweşxaneya dewletê ya Silopyayê, ji bo xebatên otopsiyê birine Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê û ji wir jî birine Saziya Tipa Edli ya Rihayê.

Malbata şervanê YPS’ê Velît Înal ê ku jiyana xwe ji dest daye ji bo karûbarê otopsiyê careke din ji navçeya Wêranşar a Rihayê serdana Saziya Tipa Edlî (STE) ya Mêrdînê kir. Malbata Înal ji bo karûbarê otopsiyê serdana Mêrdinê kirin, lê cenazeyê Înal nehate dîtin, hate gotin ku carek din cenaze birine Rihayê. Malbata Înal careke din berê xwe dan STE, lê carek din jî malbatê cenazeyê zarokê xwe nedît.

Malbata Înal a ku ji STE ya Riha û Mêrdînê encam negirt careke din vegeriya Silopyayê. Malbata Înal a ku dixwest vegere Silopya, di ketina Cizîrê de ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin astengkirin. 

Hêzên dewletê yên ku rêya derbasbûnê nedan malbata Înal, der barê cenazeyên 3 şervanên YPS’ê de jî ti agahî nedan malbatê.