Li ser operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê gelek siyasetmedar û rêveberên herêmî yên DBP'ê hatin binçavkirin, li Buroya Şêwirmendiya Navendî ya DBP'ê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Alîkarên Hevserokê Giştî yê DBP'ê Gulcan Şîmşek û Mehmet Salîh Yildiz beşdarî civînê bûn. Yuksek da xuyakirin ku di serdegirtinan de endamên Meclîsa Partiya wan hatine binçavkirin, polîsan avêtin ser avahiyên rêveberiyên herêmî, dest danîne ser gelek ewraq, agahî, belge û kompûteran.
Yuksek diyar kir, AKP di nava hewldana darbeyê de ye û da zanîn, ku her çend di nava şer û şîdetê de nayê dîtin jî, rojane gelek kes tên binçavkirin û girtin.
Kamûran Yuksek ragihand, partiya wan di asta navendî de hedef tê girtin, gelek hevalên wan hatine qetilkirin û anî ziman, ku niha jî ev yek bi binçavkirin û girtinê dewam dike. Yuksek binçavkirin weke 'operasyona tepisandinê' bi nav kir û destnîşan kir, ku armanca operasyonan bêbandorkirina DBP'ê ye, ku nema karibe bixebite.
Yuksek diyar kir, AKP bi operasyonan re dixwaze şaredariyên bi hilbijartinê nikarîbû bi dest bixe, desteser bike û bibîr xist, ku ev rêbaz berê jî hatibû bikaranîn. Yuksek got, "Di sala 2009'an de hevalên me avêtin binê zîndanê. Wê çaxê nikarîbûn bi ser kevin, niha jî nikarin. Bi kuştin, çavtirsandin û avêtina binê zîndanan re hûn nikarin vê pirsgirêkê ji holê rakin."