Berxwedana li Şirnexê di roja 27. de dewam dike

Li Şirnexê, çeteyên Qesrê heta serê sibehê hewl dan bikevin nava taxên xwerêveberiyê. Di navçeya çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS/Jin de li taxên Yenî û Bahçelîevlerê şerekî dijwar qewimî. Bomberdûmana li herêmê jî dewam dike.

Li Şirnexê, çeteyên Qesrê heta serê sibehê hewl dan bikevin nava taxên xwerêveberiyê. Di navçeya çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS/Jin de li taxên Yenî û Bahçelîevlerê şerekî dijwar qewimî. Tevahiya şevê ji her du taxan dengê çekan hat. Gelek ambûlans çûn herêma şer û piştre berê xwe dan 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan ku ji bo leşker û polîsan di heman demê de bûye nexweşxane.

Ji ber bomberdûmana heta danê sibehê dewam kir, şewat bi gelek xaniyan ket. Çeteyên Qesrê yên ji êrîşan ti encam negirtin, neçar man xwe vekişînin û ji dûr ve dest bi bomberdûmanê kirin. Çeteyên Qesrê ev du roj in bi tundî top û obusan li taxên Bahçelîevler, Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa û Gazîpaşa dibarînin.

Li aliyê din, duh êvarê piştî şerekî dijwar û bomberdûmanê şewat bi 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan ket û heta nîvê şevê dewam kir. Ji tumenê car carna dengê teqînan jî hat. Lê li ser rewşa li tumenê agahî nehat wergirtin.