Dewleta Tirk li Nisêbînê asê ma ye

Li Nisêbîna berxwedanê, di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. Yekîneyên Parastina Sivîlan nahêlin hêzên dewletê bikevin nava taxan.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku êrîşên qirkirinê û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan di roja 28. de ne, di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şer diqewime. Hêzên dewleta Tirk ên bi rojan e nikarin bi pêş de biçin û gelek kuştiyan didin, xaniyan dişewitînin. Hêzên rejîma Tirk, ji ber ku di her hewldanê de gelek kuştiyan didin, xwe vedikişînin û ji nuqteyên stratejîk ên bilind obus û hawanan davêjin taxan.

Tevî taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê ku şer lê giran e, li taxên Zeynelabîdîn û Kişlayê jî şerekî dijwar diqewime. Şer bi giranî li xeta Goristana Veysîka, Kolana Çaxçax, xeta stasyonê û li derdora nexweşxaneya dewletê ya berê diqewime. Car carna dengê teqînên dijwar jî ji herêmê tên. Hêzên YPS/YPS Jinê nahêlin hêzên dewleta Tirk bi pêş de biçin.

Li navçeyê liv û tevgera ambûlansan jî her dewam dike. Wekî din hêzên dewleta Tirk vînçeke bi palet birin herêmê.