Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 5 gerîlayên di 5'ê Nîsanê de li Qabilcewzê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 10 avrêlê 2016, 14:16
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 5 gerîlayên di 5'ê Nîsanê de li Qabilcewzê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Roja 5'ê Nîsanê, artêşa TC bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov re li herêma Qabilcewz a Êlihê operasyon dabû destpêkirin. Me beriya niha dabûn xuyakirin ku di şerê ji ber vê operasyonê de 5 hevreyên me şehîd ketine.
Pênc hevrêyên me yên di demên cuda de tevlî refên me yên têkoşîna azadiyê bûn û bi parastina nirxên gelê me re bi şiyara 'Rêberê Azad Kurdistana Azad' wezîfeyên demê pêşwazî dikirin, ji bo bicihanîna vê wezîfeya dîrokî ketin nava fedekariyeke mezin û kedeke bêhemap nîşan dan. Weke şervanên leheng ên gelê me ew bi hezkirina welêt mezin kirin, bi cewhera berxwedêriyê mezin kirin û bi sekna bi rûmet bexwendin berxwedanê, li dijî dijmin li ber xwe dan û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine bi vî rengî ne:
Nasnav: Egîd Şoreş
Nav paşnav: Yûsûf Hezer
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Navên dayik û bav: Salîme-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Nîsana 2016 / Êlih
Nasnav: Baz Mordem
Nav paşnav: Metîn Şîpal
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Feyrûz-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Nîsana 2016 / Êlih
Nasnav: Çiyager Serçiya
Nav paşnav: Mehmet Îhsan Kozanç
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Husna-Îhsan
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Nîsana 2016 / Êlih
Nasnav: Dorşîn Cevzî
Nav paşnav: Ayşenûr Kiliç
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Bîrînç-Fettah
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Nîsana 2016 / Êlih
Nasnav: Devrîm Firat
Nav paşnav: Cahît Ozteke
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Navên dayik û bav: Bîsnûr-Metîn
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Nîsana 2016 / Êlih