Li Bonnê civîna ji bo Cizîrê
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li bajarê Elmanya Bonnê tevlî civîna gel bû.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li bajarê Elmanya Bonnê tevlî civîna gel bû.
Civîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin û li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Di civînê de kampanya piştgiriya ji bo Cizîrê hat nirxandin.
Parlamentere HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li ser berxwedana li Cizîrê, terora dewletê û rewşa dawî ya li navçeyê agahî da. Sariyildiz bal kişand ser cangoriyên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan û destnîşan kir, AKP'ê hêrsa xwe ya li hemberî gelê Kurd careke din li Cizîrê nîşan da.
Sariyildiz diyar kir, Cizîrê serî li ber barbariyê netewandiye û bibîr xist, ku li qiraxa çemê Dîcleyê hînê parçeyên ji cesedên mirovan hene. Sariyildiz ragihand, zilma li Kurdistanê tê kirin ji ya Hîtler, Mûssolînî û Saddam bihuriye.
Parlamenterê Şirnexê da xuyakirin, ku ew bi xwe jî nikarîbû zêdeyî 3 mehan ji Cizîrê derkeve û destnîşan kir, tevî bêdengiya cîhanê ya li pêşberî vê zilmê jî, divê gelê Kurd li hemberî van hêzan xwe biparêze.
Sariyildiz bal kişand ser 'Kampanya Malbata Bira' ya ji bo Cizîrê hatiye destpêkirin û banga tevlîbûnê li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir.
Sariyildiz piştre bersiv da pirsên beşdarên civînê.