Li Nisêbînê 'pisporên îmhakirina bombeyan' ên dewletê îmha bûn
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, derket holê 2 tîmên taybet ên weke 'pisporên îmhakirina bombeyan' di nava êrîşan de cih digirtin, îmha bûne.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, derket holê 2 tîmên taybet ên weke 'pisporên îmhakirina bombeyan' di nava êrîşan de cih digirtin, îmha bûne.
Li Nisêbînê ku dewlet kuştiyên xwe vedişêre, derket holê di teqîneke beriya du rojan de tîmên taybet Salîh Taç û Erkan Başpehlîvan ên weke 'pisporên îmhakirina bombeyan' di nava êrîşan de cih digirtin, hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Tolga Şardan ê li rojnameyeke nêzî AKP'ê dinivîsîne û weke rojnamevanê polîs tê naskirin, her du tîmên taybet dema hewl didan bombeyekê îmha bikin, di encama teqîna bombeyeke din de îmha bûne.
Rayedarên dewletê, der barê her du polîsên hatin kuştin de daxuyaniya fermî nedabû.