Li Silopiyayê xanî tên şewitandin û xerakirin
Li Silopiyayê, ku "qedexeya derketina derve" di roja 6. de ye polîs û leşkerên Tirk xaniyan dişewitînin û xera dikin. Li taxên Başak û Barbarosê heta niha bi dehan xanî hatine şewitandin.
Li Silopiyayê, ku "qedexeya derketina derve" di roja 6. de ye polîs û leşkerên Tirk xaniyan dişewitînin û xera dikin. Li taxên Başak û Barbarosê heta niha bi dehan xanî hatine şewitandin.
Li Silopiyayê, ku "qedexeya derketina derve" di roja 6. de ye polîs û leşkerên Tirk xaniyan dişewitînin û xera dikin. Ji taxên Başak (Zap) û Barbarosê bi şev dû rabû. Her wiha dengê teqînan û çekan tevahiya şevê ji taxan hat. Heta niha bi dehan xanî ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hatine şewitandin û xerakirin. Danê sibehê jî topbarana li hemberî taxan destpê kirin. Ji taxên top lê dikevin dû bilind dibe.
Ji taxên Başak û Barbarosê hînê jî dengê teqîn û çekan tê.
Ji ber topên li malên wan ketin 14 kes birîndar bûn û tedawiya wan dewam dike. Birîndar li Amed, Êlih, Cizîr û Silopiyayê tên dermankirin.