YPG: Derbeyên giran li çeteyan hatin xistin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerên dawî yên li Şêx Meqsûdê de bi giştî 22 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerên dawî yên li Şêx Meqsûdê de bi giştî 22 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerên dawî yên li Şêx Meqsûdê de bi giştî 22 çete hatine kuştin. YPG’ê diyar kir ku di şer de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye. Navendê got ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Kobanê jî didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:
“1. Êrîşên hevbeş ên komên çeteyan ên bi navê Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin.
Hêzên me yên ku zêdetirî êrîşên çeteyan vala derxistin derbeyên giran li çeteyan didin. Şeva 9’ê Nîsanê komên çeteyan ku dixwestin ji milê Muselles, Seken Şebab û Eşrefiye têkevin taxê rastî bersiva hêzên me hatin û şerên li van qadan destpê kir hemû rojê dem bi dem berdewam kirin. Di van şeran de qasî hatiye zelalkirin tenê ji çeteyên Furqa 16’an 17 çete hatin kuştin.
10’ê Nîsanê saet 02.00’yan de jî hêzên me li dijî komên çeteyan ên li herêma Seken Şebab êrîşeke dijber li dar xistin. Di vê êrîşê de qasî hatiye zelalkirin 5 endamên çeteyan hatine kuştin.
Hevalekî me ku bi hêza xwe ya êrîşê derbeyên giran li çeteyan xistin, di vê êrîşê de gihîşt şehadetê.
9’ê Nîsanê saet di navbera 13.30 û 14.30’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser gundên Kundişan û Kadriyê yên dikevin rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
9’ê Nîsanê saet 10.30’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser derdora gundê Şergirat ê dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa. Êrîşên çeteyan heta saetên êvarî bê navber berdewam kirin.”