BI DÎMEN

'Li dijî polîtîkayên destavêtin û komkujiyê yên AKP'ê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin'

Endama Kordînasyona KJA'yê Sara Aktaş got, "AKP bi polîtîkayên şerê taybet re hewl dide di şexsê jinên Kurd de vîna gel bişikîne, lê wê ti carî bi ser nekeve. Li dijî polîtîkayên destavêtin û komkujiyê yên AKP'ê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Endama Kordînasyona KJA'yê Sara Aktaş got, "AKP bi polîtîkayên şerê taybet re hewl dide di şexsê jinên Kurd de vîna gel bişikîne, lê wê ti carî bi ser nekeve. Li dijî polîtîkayên destavêtin û komkujiyê yên AKP'ê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Di nava 14 salên desthilatdariya AKP'ê de ji ber polîtîkayên qirêj bi hezaran jin hatin qetilkirin, bi deh hezaran rastî şîdet, destavêtin û destdirêjiyê hatin. Dema ev bûyerên destavêtin, destdirêjî, şîdet û komkujiyê çûn ber destê dadgeriyê, rewş û encama derket holê; bi xelatkirina kiryaran bû. Têkildarî piraniya dozên şîdetê biryara neşopandinê hat dayîn. Di dozên qetilkirina jinan de, bersûcan qat li xwe kirin û kravat xistin stûyê xwe. Ev yek ji aliyê dadgehê ve weke 'rewş û niyeta baş' hat dîtin û cezayên wan hat kêmkirin.

Li ser polîtîkayên AKP'ê yên li Kurdistanê li dijî jinan dimeşîne, endama Kordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) Sara Aktaş ji ANF'ê re axivî. Aktaş da xuyakirin, ku AKP'ê di nava 14 salê desthilatdariya xwe de, bi polîtîkayên zayendîperest re hebûna xwe parastiye û got, "Ji roja desthilatdarbûyînê û vir ve AKP polîtîkayeke bi zîhniyeta mêr dimeşîne, ku ev polîtîka li ser kuştin an jî mirina jin û zarokan hatiye rûniştandin. Ev polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî jin û zarokan, li gelek qadên jiyanê bi mînakên şênber ên komkujî, destavêtin, destdirêjî û şîdetê derdikevin pêşberî me. Bi vê stratejiya xwe re desthilatdariya AKP'ê ev 14 sal in hewl dide civakeke bêrûmet a serê xwe li ber ditewîne bafirîne."

'JINA LI BER XWE DIDE JINA BÊ QETILKIRIN E!'

Aktaş ragihand, jinên li hemberî vê polîtîkaya bêrûmetkirinê derdikevin, ji aliyê AKP'ê ve hedef tên girtin û bê pirs û daraz yekser tên înfazkirin. Aktaş got, "Kuştin, destavêtin, destdirêjî û komkujiyên li hemberî jinan bi destê hiqûqê tên rewakirin. Ji ber vê yekê rewşeke zehmet û xitimî ye ku pirsgirêk bi rêya qanûnan were çareserkirin. Bi taybetî, bi berxwedana xwerêveberiyê re yên herî zêde ji aliyê dewletê ve hedef hatin girtin, ciwanên jin ên berxwedêr bûn. Dema mirov rewşa rojane deynin aliyekî û polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî jinê bi hêsanî pênase bikin, mirov dikarin bêjin; 'Jina li ber xwe dide jina bê qetilkirin e'. Em dibînin, AKP polîtîkayên xwe di çarçoveya vê dirûşmeyê de li pêş çavan li tevahiya welêt dimeşîne."

'POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET Ê AKP'Ê WÊ TI CARÎ BI SER NEKEVIN'

Aktaş destnîşan kir, ji n wê ti carî polîtîkayên zayendîperest ên desthilatdariya AKP'ê qebûl nekin, li hemberî vê heta dawiyê li ber xwe bidin û got, "Li dijî polîtîkayên kirêt ên AKP'ê, bi pêşengiya jinên kurd rêxistinbûyeke mezin dafire. Bêguman hîmê bingehîn ê vê rêxistinbûyînê ciwanên jin e. AKP di çarçoveya polîtîkayên xwe yên şerê taybet de di şexsê jinên Kurd de hewl dide vîna gelê Kurd bişikîne. Lê wê ti carî bi ser nekeve."

'LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Aktaş li ser navê KJA bang li hemû hêzên demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got, "ji bo welatê me ji nava vê rewşa bi xwîn derkeve, em bang li hemû mirovên hurmetê nîşanî azadî û mafên mirovan didin dikin, ku li hemberî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê dengê xwe bilind bikin."