Yekem dewreya şervanên QSD’ê bi dawî bû
Yekemîn dewreya perwedeya şervanên nû yên QSD’ê ku bi beşdarbûna 200 şervanan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Yekemîn dewreya perwedeya şervanên nû yên QSD’ê ku bi beşdarbûna 200 şervanan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Yekemîn dewreya perwedeya şervanên nû yên QSD’ê ku bi beşdarbûna 200 şervanan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) mehek berê dewreya perwedeyê ya bi navê “Şehîd Hacî Xan” bi beşdarbûna 200 şervanan dabûn destpêkirin. Dewreya ku dersên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn, îro bi merasîmekê bi dawî bû.
Nûnerên êlên ereb ên herêma Hesekê, rûspiyên herêmê, fermandarên QSD’ê û malbata şervanê QSD’ê Ehmed Îbrahîm (Hecî Xan) ku ji herêma Holê ye û di 20’ê sibatê di pêngava “Xezeba Xabur” de jiyana xwe ji dest dabû, beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi tûrena leşkerî despêkir. Endamê Meclîsa Leşkerî ya QSD’ê Qehreman Hesen axivî û bal kişand ser rola şervanên QSD’ê ya di rizgarkirina herêmê û parastina hemû pêkhateyan de.
Di merasîmê de her wiha dayîka şervanê QSD’ê Hacî Xan Şerîfe Sultan axivî û dewreya nû li hemû pêkhateyên li Sûriyê pîroz kir.
Yek ji şêxên Êla Cibûr ê bi navê Fewaz El-Zobe jî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku hêzên QSD’ê yekîtiya hemû pêkhateyan piratîze kiriye û dê têkoşîna xwe ya rizgarkirina tevahiya Sûriyê bidomîne. El-Zobe, şervanên QSD’ê silav kirin û bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî nava QSD’ê bibin.
Di dawiya merasîmê de şervanan bi erebî sûnd xwarin û nasnameyên xwe wergirtin.
Merasîm bi govendê bidawî bûn.