Cenazeyek din ê YPS’yî hate teşxîskirin
Cenazeyê şervanê YPS’ê Ferît Solcan ê li Geverê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin.

Li navçeya Gevera Colemêrgê cenazeyên 21 endamên YPS û YPS-JIN'ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û li Saziya Tiba Edlî ya Erziromê tên rawestandin, ji wan cenazeyê Ferît Solcan ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. Malbata ku ji Mêrdînê hate Erziromê cenaze teşxîs kir. Cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê hate wergirtin û ji bo definkirinê ber bi gundê Pîrmîr ê Qosera Mêrdînê ve hate derxistin.
Li Saziya Tiba Edlî ya Erziromê hê jî 20 cenaze li benda teşxîskirinê ne.