Di kongreya mafê mirovan de Cizîr û Şengal hate axaftin

Civîna ku li bajarê Bonn ê Elmanyayê ku Sendikaya Geselschaft Für Menschen Rechte (IGMF) organîze kir, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û keça Êzidî Şîrin a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, amade bûn.

Civîna ku li bajarê Bonn ê Elmanyayê ku Sendikaya Geselschaft Für Menschen Rechte (IGMF) organîze kir, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û keça Êzidî Şîrin a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, amade bûn.  

Keça Êzidî Şîrin ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengalê hatibû revandin û rizgar bibû, wehşeta çeteyan vegot.

Şirîn wiha got: “Dema ku Şengal hate dagirkirin, me li Şengalê dîl girtin. Kesên ku me dîl girtibûn ciranên me bûn. Ciranên ku em bi hev re samîmî bûn û me baş hev nas dikirin, dîsa çeteyên DAIŞ’ê bûn. Kesên parêzer, doktor, dikandar, karker hemû bibûn çete. Dema hatim revandin, ez difikirîm ku başî li cîhanê miriye, lê kesekî Misilman bi zanebûn hate min kirî û min şand gel malbata min. Hûn çîroka min gûhdar dikin, bila gunehê we li min neyê, niha keçên me yên ku di sûkan de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên firotin rizgar bikin.”  

Piştî Şirîn, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî û bal kişand ser berxwedana Cizîra Botan û terora AKP’ê. 

Sariyildiz bêdengiya hemberî qetlîamên Cizîrê rexne kir û got: “Welatê me şewitandin û bi sedan mirovên me hatin şewitandin. Li ber çavê cîhanê 150 mirov di hundirê jêrzeminê de hatin şewitandin û qetilkirin. Ev sûcekî mirovahiyê ye, lê li hember hemû mirovan pêk anîn. Cîhan bêdeng- bêdeng temaşe kir. Piştî qetliam pêk hat ‘hestyarbûyîn’ ne hestiyarî ye.”

Sariyildiz di dawiyê de rexne li dewletên Ewropa kir û wiha got: “Tirkiye li hemberî pirsgirêka koçberan kiryarên derveyî mirovahiyê pêk tîne û ev ji nedîti ve tê.

Erdogan jî vê weke fêlbazan bi kar tîne, ji bo pereyan ji Ewropa bigire weke şantaj bi kar tine.” Piştî van axaftinên Sariyildiz demeke dirêj bi çepikan hate pêşwazîkirin.

...