KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kara: Rewşa Awarte ne kêmî darbeyê ye
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafan a Êlihê Talat Kara diyar kir, biryara Rewşa Awarte ya ji aliyê Meclîsê ve hat qebûlkirin ne kêmî darbeyê ye û hişyarî da, ku wê aboriya welêt têk biçe. -
'24'ê Tîrmehê destwerdana tifaqa faşîst a li muzakereyan e'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, di salvegera 24'ê Tîrmehê dema destpêkirina şerê topyekûn ê li dijî Kurdan de pêvajo nirxand û got, ji ber ku tifaqa faşîst dest li hewldanên destpêkirina muzakereyan werda, pêvajo têk çû. -
YRD'ê ji malbata Karasû re sersaxî xwest
YRD'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji ber wefata Hidir Karasû bavê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, ji malbatê re sersaxî xwest. -
MHD’ê ji ber lêkolîna der heqê xebatên komaleyê de nerazîbûn nîşan da
Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), li ser lêkolîna têkîldarî xebatên komaleyê de bertek nîşan da, diyar kir ku ji ber sûcên şer kirine rapor tên tewanbarkirin. -
Beşdarên Konferansê azadiya Ocalan xwestin
Li Silêmaniyê konferansa ku li ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li Rojhilata Navîn aştî û îstîkrar dihate lidarxistin bi encam bû. -
PKK: Pêwîst e bloka demokrasiyê derhal bê avakirin
PKK: Pêwîst e tevahî hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên ku temsîla beşên civakî yên demokrasîxwaz dikin, derhal li hev bicivin û bloka demokrasiyê ava bikin. -
Li Silêmaniyê siberoja Sûriye, Iraq û Başûrê Kurdistanê hate nîqaşkirin
Li Silêmaniyê konferansa ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Li Rohilata Navîn aştî û îstîkrar tê nîqaşkirin, dewam dike. Di roja 3’yemîn û dawiyê ya konferansê de Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn hate gotûbêjkirin. -
Şervanê YPG’ê yê Emerîkî jiyana xwe ji dest da
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku şervanê wan ê bi navê Levî Jonathan Shîrley (Agir Şervan) ê ku ji Emerîkayê hate Rojava û beşdarî refên wan bibû, di 14’ê Tîrmehê de li Minbicê jiyana xwe ji dest da. -
Di Konferansa Ocalan de li dijî dagirkeriya ekonomîk, ekonomiya komunal hate nîqaşkirin
Konferansa ‘’Bi ramanên Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn Aştî û Istîkrar’’, bi panêla avakirina ekonomiyê berdewam dike. Di panêlê de li dijî dagirkeriya ekonomîk ya kapîtalîzmê ekonomiya komînal hate nîqaşkirin. -
Li Şîrwanê çalakî: 2 pisporên bombeyan, 5 POH hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê, 20’ê Tîrmehê di navbera qadên Geliyê Hespo û Geliyê Bombat de ku girêdayî navçeya Şîrwan a Sêrtê ne, li dijî POH’an çalakiya sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de 2 pisporên bombeyan û 5 POH hatin kuştin. -
Şahidê Komkujiya Şengalê Qasim : PDK Mûsil û Şengal bi hev re firotin!
Elyas Qasim ku yek ji şahidên komkujiya Şengalê ye, têkilî di navbera firotina Mûsilê û Şengalê de danî û amaje pê kir ku Mûsil û Şengal bi hev re hatin firotin. Qasilm got, "PDK'ê Êzidî firot." -
Li Kerboranê çalakiyên YPS'ê
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, li Kerboranê li dijî lojmanên polîsan, navenda polîsên tîm3en taybet û maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder çalakî hatine lidarxistin. -
KJK: Heta agahî ji Rêberê me bê girtin, em li qadan bin
KJK: Ji bo rewşa Rêberê me baş bê fêmkirin, divê jin, gelê me û hemû dostên me, di vê demê de her tim li qadan bin û çalakiyan lidar bixin. -
Kurkçu: Ji bo azadî û aramiyê divê têkilî bi Ocalan re bê danîn
Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu got, "Her ku fikar li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan hebe, wê fikar li ser aramiya Tirkiyeyê jî hebe. Ji ber vê yekê, ji bo azadî û aramiyê divê têkilî bi Ocalan re were danîn." -
Di nava 6 mehan de li Kurdistanê çi qewimî?
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bûyer û qewimînên 6 mehên destpêkê yên sala 2016'an bi raporekê eşkere kir. -
Leşkerên Tirk gorên Tûnç, Demîr, Nayir û Ûyar şewitandin
Hêzên dewleta Tirk, goristana ku gorên şehîdên xwerêveberiyê Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî lê ne, şewitandin. -
Roja ku agirê şoreşê li Dêrikê geş bû: 21'ê Tîrmehê
Çîka pêşî ya Şoreşê 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê pê ket. Şoreşa Rojava 21’ê Tîrmehê bi Dêrik, Efrînê dewam kir. 21’ê Tîrmeha 2012’an wekî roja azadbûna Dêrikê kete nav dîroka Şoreşa Rojava. -
19'ê Tîrmehê li Dirbêsiyê bi heybetî hat pîrozkirin
Li Dirbêsiyê, salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bi çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin. -
Qadên azadkirî yên Minbicê ji mayînan tên paqijkirin
Çeteyên DAIŞ'ê, ji bo pêşî li şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bigirin, li her deverê mayînan bi cih dikin. Ev mayînên çeteyan ji aliyê tîmên pispor ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve yek bi yek tên îmhakirin. -
'Ocalan dikare tarîtiyê ji ser Rojhilata Navîn rake'
Akademîsyen û Parlamenterê Lubnanî di axaftina xwe ya li konferansa li Silêmaniyeyê de xwest, tecrîd derhal bê rakirin û got, "Nêrînên Ocalan wê tarîtiyê ji ser Rojhilat Navîn rake." -
'Divê jin felsefeya Ocalan ji xwe re esas bigirin'
Konferansa "Di çarçoveya nêrînên Ocalan de aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" a li Silêmaniyeyê di roja sêyemîn de ye. Di panela destpêkê ya roja dawî ya konferansê de, pirsgirêka azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn hat nirxandin. -
Ji bo çete ji Minbicê derkevin 48 saet muhlet hat dayîn
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo tiştek bi sivîlan neyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew destûrê didin çete ji bajêr derkevin. Meclîsê diyar kir, ji bo çete karibin bi çekên xwe yên ferdî ji nava bajêr derkevin, ew 48 saetan muhletê didin. -
Kurdî-Der a Wanê xwest derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Hevserokê Kurdî-Der a Wanê Osman Koşût nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û xwest, derhal heyetek biçe Îmraliyê. -
Bavê Mûstafa Karasû jiyana xwe ji dest da
Hidir Karasû (89) bavê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
'Divê heyeteke berfireh biçe Îmraliyê'
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bibîr xistin, ku salek û sê meh in bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin û destnîşan kirin, ku tevî Heyeta Îmraliyê divê heyeteke berfireh bi lezgînî biçe Îmraliyê.