BI DÎMEN

Beşdarên Konferansê azadiya Ocalan xwestin

Li Silêmaniyê konferansa ku li ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li Rojhilata Navîn aştî û îstîkrar dihate lidarxistin bi encam bû.

 

Di konferansê de ku 19’ê Tîrmehê salvegera şoreşa Rojava destpê kir, ji Kurdistan û cihên cuda yên cîhanê bi giştî 200 delege amade bûn.

Di nîqaşen de li ser mijarên komploya li dijî Ocalan, sîstema Îmraliyê, pirsgirêkên aborî, aboriyek nû, xwerêveberiyên xweser, Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata navîn û çareseriyên li Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê hate rawestandin. Wek modela çareseriyê jî bi taybet modela Rojava mohra xwe li konferansê xist.

DI PANELA DAWÎ DE BIDAWÎKIRINA ESARETA OCALAN HATE NÎQAŞKIRIN

Di panela dawiyê ya konferansa 3 rojan de xebatên ji bo bidawîkirina esareta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nirxandin.

Di panelê de ku moderatortiya wê Dr. Kamûran Berwarî kir, Ji Însiyatîfa Aştiyê ya Ji Ocalan re Azadî Ji Kurdistanê re Statu Reîmar Heîder, parêzera berê ya Ocalan Aysel Tûglûk, Ji Buroya Hiqûqê ya Asrin Rezan Sarica û Ji Însiyatîfa Aştî û Lihevhatinê ya Navneteweyî Essa Moosa wek qiseker tevlî bûn. Her wiha wezîfedarê perwerdehiyê yê li Zanîngeha Silêmaniyê Profesor Dr. Mahmût Patel ê Hîndîstanî jî wek mêvanê rûmetê tevlî panelê bû.

Berwarî got li gel Ocalan in û Ocalan li Îmraliyê ne bi tenê ye. Berwarî diyar kir ku fikir û felsefeya Ocalan têkoşîneke ku li her derê gelên bindest li hev dicivîne, îfade kir ku ji bo azadiya gelên li Rojhilata Navîn û jiyana hevpar azadiya Ocalan pir girîng e. Berwarî xwest ku azadiya Ocalan pêk were û PKK’e li Ewropa û DYA ji lîsteyên terorê bê derxistin.

HEÎDER: PIR GIRÎNG E KU RAMANÊN OCALAN BERBELAV BIBIN

Ji Insîyatîfa Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re Aştî, Reîmar Heîder, behsê kir ku însîyatîf di nav kîjan şertan de û çawa dest pê kiriye. Heîder got, ‘’Şoreşa Rojava ji bo azadiya Ocalan kampanyaya herî mezin e ‘’ û got, di şertên heyî de mirov nikare pêşbînî bike bê ka Ocalan wê kengî azad bibe. Heîder got, ‘’Tirkiye dema ku di hepsê de hiştina Ocalan ji dema ku li dervemayina wî ji bo Tirkiyê dijwartir bû wê serbest berde’’ Heîder diyar kir ku Erdogan êdî îtbara xwe û rewatiya xwe ji dest daye û got, ‘’Erdogan piştî pêbawerîbûna xwe ji dest da wê rê li ber Ocalan vebe. Divê em vê têxin navenda kampanyaya xwe. Heîder diyar kir, pir girîng e ku ramanên Ocalan li Ewropayê were nasîn û got, bi vê armancê me li Ewropayê pirtûkên wî çap kirin û konferans li dar xistin. Heîder her wiha got, Ocalan çima li Italyayê hemwelatiyê rûmetê yê şaredariyan e lê li Kurdistanê ne hemwelatiyê rûmetê yê şaredariyekê ye û got ev nayê qebûlkirin.

SARICA: ESARETA 17 SALAN DIVÊ BI DAWÎ BIBE

Parêzer Rêzan Sarıca got, azadiya Ocalan wê nebe qenciyek û bi têkoşînên mezin wê pêk were. Sarica diyar kir, ‘’Bi têkoşîna gaiştî ya çewisandiyan û beşên demokratîk wê bigihije azadiya xwe. ‘’ Sarica diyar kir azadiya Ocalan bi meseleya Kurd re têkildar e û got, ‘’Heya ku meseleya Kurd çareser nebe Ocalan wê azad nebe.’’ Sarica her wiha diyar kir, bi zexta saziyên Ewropayê divê êdî dawî li esareta 17 salan were anîn.

TUGLUK: BI OCALAN RE EM HEMÛ GIRTÎ NE

Parêzera berê ya Ocalan Aysel Tugluk got, Ocalan temenê xwe di ber azadiya Kurdan re kiriye û darekî wî ya çandî jî nîn e. Tugluk got, ‘’A rast em hemû girtî ne’’ Tugluk diyar kir, divê dewleta Tirk Ocalan weke lîderê gelekî muxatab bigire û got, ‘’Çareseriya meseleya Kurd wekî aktrorekî bi qebûlkirina Ocalan pêkan e.’’ Tugluk got, ji bo ku bi Ocalan re bi lezgînî hevdîtin pêk were divê Konferans bang li dewleta Tirk bike.

PATEL: EFRÎKAYA BAŞÛR LI PIŞT OCALAN E

Profesorê Hindistanî Dr. Mahmûd Patel ku li Zanîngeha Silêmanî peywirdarê hîndekariyê ye behsa xebatên xwe kir ku bi parêzerê Nelson Mandela, Essa Moosa re, ji bo azadiya Ocalan kir. Patel got, ji bo azadiya Ocalan divê em vê fêhm bikin. Qet ne pêkan e ku li Tirkiyê were darizandin. Ji bo vê jî Dîwana Adalatê ya Navnetewî divê daxuyaniyekê bide. Xaziyên Efrîkaya Başûr ji bo Ocalan daxuyaniyek dan. Li ser navê rêzdar Moosa. Xwestin ku Ocalan serbest were berdan. Ocalan nûnerê rewa  yê gelê Kurd e, têkoşerekî azadiyê ye. Desteka Efrîka Başûr jê re heye.

Ji Insîyatîva Lihevkirinê û Aştiyê ya Navnetewî Essa Moosa, li gel parêzer û parazvanên mafê mirovan, got, ew dixwazin ji bo Ocalan konferansekê bidin.

 

...