Kurdî-Der a Wanê xwest derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Hevserokê Kurdî-Der a Wanê Osman Koşût nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û xwest, derhal heyetek biçe Îmraliyê.
Hevserokê Kurdî-Der a Wanê Osman Koşût nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û xwest, derhal heyetek biçe Îmraliyê.
Li Wanê jî tirs û fikareke mezin a ji ber rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Hevserokê Kurdî-Der a Wanê Osman Koşût ji ANF'ê re axivî û got, "Beriya hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê jî rewş ji bo Kurdan ne kêmî darbeyê bû. Di şerê li hemberî Kurdan de komkujî hat kirin. Salekê, ji hewayê bombe li ser Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Silopiya û Şirnexê hatin barandin. Ji bo Kurdan, demokrasî û têkoşîn bi hev re dimeşin. Bi mezinbûna têkoşînê re destketî jî mezin û zêde dibin."
'BIRÊZ OCALAN NE LÎDERÊ RÊXISTINEKÊ YE, EW RÊBERÊ GEL E'
Koşût destnîşan kir, ku îdeolojiya fermî ya dewleta Tirkiyeyê li ser înkarkirina Kurdan hatiye afirandin û got, "Zextên li ser girtiyên siyasî zêde dibin. Ev sal û nîveke tecrîda li ser Birêz Ocalan hatiye şidandin. Ji 15'ê Tîrmehê û vir ve, tirs û fikarên me yên li ser rewşa tenduristiya Birêz Ocalan zêde bûne. Çeperên demokrasiyê yên Tevgera Siyasî ya Kurd li Rojhilata Navîn qezenc dike, çarenûsa herêmê diyar dikin. Rewşa xumamî û nediyar a li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Tevgera Azadiyê ya Kurd, dibe ku rê li ber rojên hîn tarî veke. Fikarên me ji ber vê yekê ne. Yê li Îmraliyê tê ragirtin lîderê rêxistinekê nîne, ew rêberê gel e. Lîderekî ku sîstemeke demokratîk afirandiye. Der barê rewşa tenduristiya wî de hê daxuyaniyek nehatiye dayîn. Nûçeyên tên weşandin, me hemûyan dixin nava fikaran. Ev yek jî dikare aloziyê giran bike."
'DIVÊ DERHAL HEVDÎTIN BI BIRÊZ OCALAN RE BÊ KIRIN'
Koşût herî dawî got, "Pêwîste civaka Kurd, dakeve qadan û banga demokrasiyê, dawî li bêdengiya beriya 15'ê Tîrmehê bîne. Divê gelê me xwedî li Birêêz Ocalan derkeve. Wê êrîşek li hemberî vîna xwe qebûl neke. Em bang li hikûmetê dikin; Divê derhal bihêle ku heyetek, malbat û parêzerên Ocalan biçin Îmraliyê û pê re hevdîtinê bikin."