KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bayik: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê hêza darbeyê her li ser kar be
"Rastiya Erdogan rastiya darbeyê ye. Dema jiyana Erdogan bê lêkolînkirin, wê ev rastî were dîtin. Bi rêya darbeyê bû desthilatdar û bi darbeyê vê desthilatdariya xwe diparêze." -
2 şervanên li Minbicê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
2 şervanên di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê hatin veşartin. -
Bayik: Li ser Rêber Apo xeteriyeke mezin heye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, xeteriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji berê qat bi qat zêdetir bûye. -
KCK'ê ji malbata Karasû re sersaxî xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata Hidir Karasû bavê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, sersaxî ji malbata Karasû re xwest. -
'Fikarên li ser rewşa Ocalan zêde bûne'
Piştî tecrîda şidandî ya sal û çar mehan, negirtina agahiyan a ji dema hewldana darbeyê û vir ve, fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan zêde kirin. -
Heyetek ji Konferansa Ocalan hêzên gerîla ziyaret kir
Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa û heyeta pê re, hêzên gerîla yên li Kerkûkê ziyaret kirin û gotin, ew bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re ne. -
Şerê di 24'ê Tîrmehê de hat destpêkirin AKP xitimand
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, şerê di 24'ê Tîrmehê de li dijî Tevgera Kurd hat destpêkirin AKP xitimand û destnîşan kir, siberoja Tirkiyeyê bi bicihanîna nêrînên Ocalan ve girêdayî ye. -
Hevserok û 2 rêveberên DBP'a Gimgimê hatin binçavkirin
Li Gimgimê hevserok û 2 rêveberên DBP'a navçeyê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. -
YPG: Artêşa Tirk bi balafira bêmirov û bi çekên giran êrîşî xaka Rojava kir
Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike. -
Encamnameya Konferansa ‘Bi Fikrên Abdullah Ocalan Li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ eşkere bû
Encamnameya Konferansa ‘Bi Ramanên Abdullah Ocalan Li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ hat eşkerekirin. Di danezanê hat gotin: “Şandeke bi nûneriya gelên cûda yên Rojhilata Navîn ji bo ku Ocalan bibîne, wê biçe Îmraliyê.” -
Gerîlayên HPG’ê pêgerek hewayî ya keşfê ya bi tîpa Drone bi dest xistin
Gerîlayên HPG’ê, li mintiqa Şehîdan a li Şirnexê pêgerek hewayî ya keşfê ya bi tîpa Drone ku aîdî artêşa Tirk e, bi dest xistin. -
HPG: 7 leşker hatin kuştin, 3 wesayîtên zirxî hatin derbkirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt û Amedê li dijî leşkerên Tirk çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de qasî hate zelalkirin 7 leşker hatin kuştin, 3 wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin. -
Karasû li gundê Karapinarê ber bi rêwîtiya dawî hat birêkirin
Bavê Endamê Konseya Rêveberiya KCK'ê Mûstafa Karasû, Hidir Karasû yê ji ber xwîn çû ser mêjiyî wî jiyana xwe ji dest da, li gundê Karapinar ê Guruna Sêwazê hat definkirin. -
Şervanê YBŞ'ê: Ev ferman bi destê Barzanî hat kirin
Şervanê YBŞ’ê Ezîz Şengalî bibîr xist, ku fermanên beriya niha bi destê Osmaniyan bi serê wan ve hatine, lê vê carê ferman bi destê Barzanî wan rabûye. -
Li Minbicê gelek sivîl hatin rizgarkirin
Operasyona di 1'ê Hezîranê de ji bo rizgarkirina Minbicê destpê kiriye, dewam dike. Gelek sivîlên li bajêr ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin rizgarkirin. -
KJA û TUYAD-DER'ê ji bo Ocalan banga çalakiyê kirin
KJA û TUYAD-DER ên Wanê dan xuyakirin, ku heta hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin ew ê çalakiyên xwe zêde bikin. -
Bayik: Erdogan bi tecrîda li ser Rêber Apo re darbe kir
Bayik diyar kir, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê Erdogan pêvajoya darbeyê da destpêkirin û qirkirin li ser Kurdan ferz kir. Bayik destnîşan kir, berxwedana xwerêveberiyê jî li dijî vê hat kirin. -
Li Qamişloyê 15 cangoriyên Minbicê hatin veşartin
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên 15 cangoriyên azadiyê yên operesyona Minbicê, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê. -
Kesayetekî Apoyî: Hisên Çawiş
Ji Rojava heta çiyayên azad û zîndana Amedê jiyaneke di oxira şoreşê de hatiye fedakirin: Herekolê hevrêyan, Hisên Çawiş ê gelê xwe. Mîna temamiya jiyana wî, şehadeta wî jî bû banga dilsoziya bi nirxên şoreşê re. -
Nûçegihana JINHA'yê Dogan hat binçavkirin
Nûçegihana JINHA'yê Zehra Dogan û şêwirmendê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan Mazlûm Kavak duh bi şev hatin binçavkirin. -
Li Minbicê 16 çete hatin kuştin
Li taxên rojhilat û rojava yên bajarê Minbicê 16 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Can: Yê kolanan winda bike, wê her tiştî winda bike
Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can da xuyakirin, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê divê hêzên çep û demokratîk kolanan ji faşîstan re nehêlin û got, "Yê kolanan winda bike, wê her tiştî winda bike." -
Li Amedê 3 polîs hatin kuştin
Li navçeya Erxenî ya Amedê, dema polîsan avêtin ser malekê şer derket. Di vî şerî de herî kêm 3 polîs hatin kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn. -
Salas: Pirsgirêkên Kurdan bi yekîtiya neteweyî çareser dibin
Rojnamevan Nivîskar Necmettîn Salas got, sedema krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê ew e ku bi salan e pirsgirêk li hev hatine komkirin û diyar kir, ji bo derbaskirina krîzê jî pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye. -
'Em bi hev re jiyaneke azad û demokratîk ava dikin'
Suryaniyan dan xuyakirin, ku piştî pêkhatina Şoreşa Rojava têkiliyên navbera gelan xurt bûne û gotin, "Li ser bingeheke wekhev û azad, em bi nasname û mafên xwe dijîn. Axa me û şehîdên me yek in."