'Em bi hev re jiyaneke azad û demokratîk ava dikin'

Suryaniyan dan xuyakirin, ku piştî pêkhatina Şoreşa Rojava têkiliyên navbera gelan xurt bûne û gotin, "Li ser bingeheke wekhev û azad, em bi nasname û mafên xwe dijîn. Axa me û şehîdên me yek in."

Suryaniyan dan xuyakirin, ku piştî pêkhatina Şoreşa Rojava têkiliyên navbera gelan xurt bûne û gotin, "Li ser bingeheke wekhev û azad, em bi nasname û mafên xwe dijîn. Axa me û şehîdên me yek in."

Yek ji pêkhateyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelê qedîm Suryanî ye. Nûnerên gelê Suryanî, di salvegera 4. de Şoreşa Rojava nirxandin.

'EM BERÊ JI HEV XERÎB BÛN, LÊ NIHA EM BI HEV RE NE'

Seroka Komuna Şehîd Efro Nûra Hannah da xuyakirin, ku ev 3 sal in ew di nava xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ye û bibîr xist, ku beriya Şoreşa Rojava, gelên Kurd, Suryanî, Asûrî, Ereb û gelên din tevî ku li serr heman xakê dijiyan jî têkiliyên wan bi hev re tinebûn.

Nûra Hannah diyar kir, ku piştî pêkhatina Şoreşa Rojava, di nava gelên li Rojava de jiyana bi hev re destpê kir û got, "Em cîranên hev bûn, lê me bi tenê silav didan hev, wekî din danûstandinek me tinebû. Bi Şoreşa Rojava û berxwedana hevpar a li dijî êrîşên DAIŞ'ê ve, me hîn bêhtir hev nas kirin, diyalog afirandin, hewl dan bi hev re bijîn û bixebitin. Axa me û şehîdên me yek in. Ji bo em bi hev re Rojava xweştir bikin, em dixebitin. Em ne tenê ji bo xwe û gelê xwe dikin. Ji bo jiyaneke li ser bingeha azadî û wekheviyê ya gelên Rojava û Sûriyeyê, em vê dikin. Weke Suryaniyan em hem li eniyên şer, hem jî di hemû xebatan de cih digirin."

'EM ÊDÎ HÎN BÊHTIR JI HEV Û GELÊN DIN BAWER DIKIN'

Hannah bal kişand ser cihê jinê yê di nava şoreşê de û diyar kir, jinên Suryanî di gelek astan de di nava xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih digirin.

Nûra Hannah ragihand, di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de Suryanî, Ereb, Kurd û gelên din wek hev in û got, "Em xwe û mafên xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de temsîl dikin û di asta rêveberiyê de cih digirin. Ti zextek li ser gel û baweriyan nîne. Her kes bi maf, çand û baweriya xwe bi rengekî azad û rêxistinbûyî dijîn, dixebitin û cihê xwe di nava sîstemê de digirin. Û em êdî ji berê bêhtir hev nas dikin. Em hîn bêhtir ji xwe û gelên din bawer dikin."

'EM ÊDÎ BI ZIMANÊ XWE DAXIVIN, DÎROKA XWE BI XWE DINIVÎSÎNIN'

Endama Meclîsa Qanûndanînê ya Kantona Cizırê Hannah Sewmî jî bibîr xist, ku 3 zimanên fermî yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk hene û got, "40 sal in rejîmê zimanê gelê Suryanî nas nedikir. Di dema rejîmê de li me qedexe bû ku li dibistanan em perwerdeya bi zimanê Suryanî bidin. Dîroka me, zimanê me înkar kirin. Li şûna wê ziman û dîroka Ereban bi cih kirin. Niha li Rojava Kurdî, Erebî û Suryanî zimanên fermî, zimanên perwerdeyê ne. Em bi zimanê xwe daxivin û karê xwe pê dikin. Zarokên me bi zimanê xwe perwerde dibin. Ev gelekî girîng e. Di dema rejîmê de rewş ne bi vî rengî bû. Her tişt bi Erebî bû. Niha her kes karê xwe yê dîrokê bi rengekî azad dikin, bi zimanê xwe dîroka xwe dinivîsîne. Ev yek bi rastî jî ji bo gelên li Rojava tiştên gelekî girîng in."

'REJÎM WÊ CAREKE DIN NIKARIBE MAFÊN ME JI DESTÊ ME BIGIRE'

Hannah Sewmî avakirina sîstemeke demokratîk ji bo gelên Rojava û Sûriyeyê gelekî girîng e û got, "Ez bi xwe endama Meclîsa Qanûndanînê ya Kantona Cizîrê me. Weke Suryaniyekê ez di nava meclîsê de dikarim bi hêsanî her tiştî nîqaş bikim, bi hêsanî rexne bikim. Ne bawerim li welatên cuda, di vê astê de bi hêsanî nîqaş tê kirin û hevalên wezîr ewçend bi hêsanî tên rexnekirin."

Hannah Sewmî işaret bi hin Suryaniyên nêzî rejîmê kir û da zanîn, ji ber vê yekê tirsek ji rejîmê heye. Sewmî got, "Lê belê pêwîstî bi tirsê nîne. Weke gelên li Rojava em ê bi ti awayî ji azadî û sîstema xwe ya demokratîk venegerin. Rejîm nikare tiştekî bike, bila netirsin. Ez bang li wan dikim ku xwe di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de bi rêxistin bikin û tevlî bibin."

'DIVÊ PARÊZNAMEYÊN ABDULLAH OCALAN HÎN BÊHTIR WERIN XWENDIN'

Helbestvan Yakûp Lahdo jî diyar kir, di dema desthilatdariya rejîma Baasê de li ser Suryaniyan dîktatorî hebû û got, "Rejîmê çi digot, ew dibû. Mesela digot, 'mafê te ev e' tu nikarîbû li ber rabe. Yan jî te nikarîbû doza mafekî din bikira. Berê mafên me nedihat dayîn. Bi Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re êdî mafên me tên askirin. Me niha sîstemeke demokratîk ava kirine. Lê hê têrker nîne. Em dikarin sîstema xwe bêhtir demokratîk bikin. Ji bo vê jî divê xebatên perwerde û zîhniyetê ji aliyê gel ve bêhtir bên xurtkirin."

Hannah Sewmî jî di vê der barê de bal kişand ser parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Demokratîkkirina sîstema me û jiyana bi hev re û azad a gelan, bi felsefeya Serok Apo dibe. Mirov dikarin bi xwendina parêznameyên Serok Apo re xwe ji qirêjî û şaşîtiyan rizgar bikin. Wekî din em bi Sîstemeke Federal a Demokratîk dikevin sala çaran. Di nava me Suryaniyan de vîna vê sîstemê heye. Ji bo em hemû projeyên xwe bêhtir bi pêş ve bibin, careke din dubare dikim: Divê em parêznameyên Serok Apo bêhtir bixwînin, bêhtir fêm bikin."

...