Li Qamişloyê 15 cangoriyên Minbicê hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên 15 cangoriyên azadiyê yên operesyona Minbicê, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Şêniyên bajarê cenazeyên şervanên Meclîsa leşkerî ya Minbicê Burhan Ebdullah( Burhan), Ehmed Reşo (Ehmed), Dilgeş Felat ( Dilgeş), Ela Elî (Kawa Qamişlo), Mehmûd El-Ehemd (Botan), Zakir Reşo (Tolhildan Qamişlo), Mehmûd El-Ehmed  (Hemo Tir Hemîs), Ebdulqadir Ibrahîm (Berxwedan Masîro), Ismaîl Hesen (Lewend Qamişlo), Cewher Dêrik, Xwînda Gabar, Sîla Têkoşîn, Kulistan Colemêrg û Cesûr Berxwedan ji pêşiya Mala Gel a taxa Enteriyê a bajarê Qamişlo wergirtin û bi karewanekî ber bi goristina şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Dema girseya gel gihişt goristanê, merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê û merasîma leşkerî ya  şervanên YPG/YPJꞌê û hêzên asayîşê dest pê kir.

Di merasîmê de, Hevseroka MSDꞌê Îlham Ehmed sersaxî ji malbatên şehîdên re xwest û xwîna wan a zelal li hemû gelê Rojava, pîroz kir.

Îlham Ehmed bal kişand ser operesyona rizgarkirina Minbicê û ev tişt anîn ziman:” Opereyona şehîd fermandar Feysel Ebû Leyla dengeyên hêzên navneteweyî serûbinî hev kirin û bi taybet hikûmeta Tirk a ku piştgiriya çeteyên DAIŞꞌê dike. Hikûmeta AKPꞌê di milê leşkerî de çeteyan destek dike û hewl dide operesyonê têk bibe. lê bi saya fedekariya têkoşerên me, hemû hewldanên wan têk çûn.”

Hevseroka MSDꞌê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de, soza şopdariya rêya cangoriyên azadiyê da.

Di merasîmê de, cîgirê serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên Ezam, endamê komîteya têkîliyên giştî ya YPGꞌê Hecî Ehmed axivîn, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin, her wiha soza şopdariya rêya wan dan.

Şervanên yekînenên parastinê û hêzên asayîşê cenazeyên 15 cangoriyên xwe hilgirtin ser milên xwe û di nav tîlîliyên dayîkan de, spartin axê.