2 şervanên li Minbicê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
2 şervanên di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê hatin veşartin.
2 şervanên di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê hatin veşartin.
Bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û endamên Saziyên Civaka Sivîl ji bo rakirina cenazeya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hogir Şêx Osman (Hogir Kobanê) yê 18'ê Tîrmehê di pêngava Minbicê de jiyana xwe ji dest da û Osman Ehmed (Ednan Kobanê) ê 19'ê Tîrmehê li Minbicê jiyana xwe ji dest da, li pêşiya nexweşxaneya Şehîd Zozan kom bûn û cenaze birin goristana Şehîd Dîcle.
Merasîmê li goristanê bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Hêzên Parastina Civakî merasîma leşkerî pêk anîn û piştre Serokê Desteya Parastine yê Kantonê Ismet Şêx Hesen axivî. Şêx Hesen sersaxî ji malbata cangoriyan xwest û got "Bi navê hemû hêzên Kantona Kobanê yên ji bo ewlehiya şêniyên Kantonê şiyarin sersaxî ji malbata cangoriyan re dixwazim. Destketiyên şoreşê bi xêra cangoriyan çêbûn."
Şêx Hesen di nava axaftina xwe de mizgîniya da ku rizgariya Minbicê nêz e û got, "Piştî bi sedan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin roj bi roj qels dibin û ji bajar direvin. Em ji dayîkên Şehîdan re dibêjin hemû şervan rêya zarokên wan dişopînin û ji bo Minbic zû rizgar bibe efsaneyên dîrokî dafirînin."
Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Izet Hemo, Hemîde Mihemed û dayika têkoşer Hogir axivîn. Di nava axaftina xwe de soza şopandina rêya têkoşeran da.
Di dawiyê de wesîqeya her du têkoşeran hat xwendin û pêşkêşî malbatên wan hat kirin. Piştî wê şêniyan cenazeyên her du şervanan spartin axê.