Nûçegihana JINHA'yê Dogan hat binçavkirin
Nûçegihana JINHA'yê Zehra Dogan û şêwirmendê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan Mazlûm Kavak duh bi şev hatin binçavkirin.
Nûçegihana JINHA'yê Zehra Dogan û şêwirmendê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan Mazlûm Kavak duh bi şev hatin binçavkirin.
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Zehra Dogan û şêwirmendê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan Mazlûm Kavak duh bi şev li Cafeyek li mêrdînê hatin binçavkirin. Polîsên Tirk, piştî kontrola Lêkolîna Agahiyên Giştî (GBT) Kavak û Dogan bi îdîaya "li hemberî we îfade hatiye dayîn" binçav kirin. Piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê Kavak û Dogan ewilî birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê, piştre birin Midûriyeta Emniyetê ya Nisêbînê.