KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Divê AKP derhal ji şaşiyê vegere û heyetek biçe Îmraliyê'
Ji ber ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, fikarên Kurdistaniyan roj bi roj zêde dibin. Ji Êlihê jî banga "Tecrîdê rake, muzakereyan bide destpêkirin" hat kirin. -
2 kesên li Rihayê hatin binçavkirin nikarin bi parêzeran re hevdîtin bikin
Şoreşger Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen yên li Rihayê hatin binçavkirin, bi fermana serdozger ve nikarin parêzerên xwe bibînin. Têkildarî jiyana her du kesan, tirs û fikar hene. -
'Ji bo dest deynin ser vîna gel dixwazin qeyûm erkdar bikin'
Hevşaredarên navçeyên Amedê, wezîfedarkirina qeyûman a li şaredariyan weke derbek li demokrasiyê pênase kirin û gotin, "Eger qeyûm werin erkdarkirin, em ê tevî gelê xwe biherikin kolanan." -
Şervanê YPG'ê Gîvara li Kerkûkê hat veşartin
Cenazeyê Gîvara Soran (Kosret Mihemed) ê çend roj berê di Pêngava Şehîd Fermandar Ebû Leyla de li Minbicê jiyana xwe ji dest da, li cihê lê ji dayik bû Kerkûkê, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Îşkenceya Rewşa Awarte ya li Dersîmê bi belgeyan piştrast bû
Li Dersîmê, îşkenceya li endamên ESP û SGDF ên binçavkirî hat kirin, bi belgeyan piştrast bû. Welatiyên ji ber biryarên Rewşa Awarte hatine binçavkirin, li ser vê lêdanê rapor standin û wê giliyê polîsên îşkencekar bikin. -
Li Minbicê 13 çete hatin kuştin, şer dewam dike
Şerê dijwar di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de yên li navenda bajar didome, di vî şerî de 13 çete hatin kuştin. -
Şervanan balafireke keşfê ya DAIŞ’ê xistin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li şikeftên rojavayê bajarokê Dadat ê dikeve gundewarên bakurê Mibicê balafireke keşfê ya DAIŞ`ê xistin. -
Li Dêrikê bi hezaran Kurdî xwest ku CPT demildest biçe Îmraliyê
Bi meşek girseyî ya li bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê, bang hate kirin ku CPT bi lezginî biçe Îmraliyê û serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. -
Li Erzînganê li hember polîsan çalakiya bi roketan
Li hember Nuqteya Kontrola Polîsan a Akyazi ya li ser rêya Erzîngan-Erziromê çalakiyekî bi roketan hate lidarxistin. -
Li Minbicê 60 sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 60 kesên ku piraniya wan ji jin û zarokan pêk dihatin ên li Taxa El Kecliyê dijiyan, rizgar kirin. -
Ji bo protestokirina Qirkirina Êzîdiyan banga tevlîbûna çalakiyan hate kirin
Komîteya Amadekar a Çalakiyan, Qirkirina Êzîdiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an şermezar kir û got; “Em bang li civaka Êzîdiyan, li gelê Kurdistanê û hemû dostên civaka me dikin ku bi hemû hêza xwe piştgirtinê bidin çalakiya me û tevlî bibin.” -
Nisêbiniyan dest bi vegera navçeyê kirin
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî ji bilî taxên Abdûlkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê qedexe qismî hate rakirin, gel dest bi vegera navçeyê kir. -
Fermandarê gerîla Rêber Amed hate bibîranîn
Fermandarê HPG’ê Rêber Amed bi merasîmeke leşkerî hate bibîranîn. Delal Amed, Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê di merasîmê de axivî: ‘’Bi têkoşîna gerîlayên şopdarên Fermandar Rêber, dewleta Tirk dirûxin’’ -
Li Dersîmê YPS’ê li dijî çeteyên Qesrê çalakî li dar xist
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku 23’yê Tîrmehê yekîneyên YPS/YPS-JIN’ê li dijî nuqteya kontrolê ya li avahiya edliyeyê ya li Taxa Mûnzûr a girêdayî navenda Dersîmê çalakî li dar xist. -
Gerîlayên HPG'ê li Çewlikê lê dan
Gerîlayên HPG'ê roja 24'ê Tîrmehê li qereqola Sevgelî ya navçeya Gexî ya Çewlikê dan û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Gerîlayan li ser rêya Dersîm-Erzînganê jî heman rojê kontrola rê kirin. -
Li Mêrdînê 3 çeteyên qesrê hatin kuştin
Li Mêrdînê, di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînekê rû da. Di encama teqînê de herî kêm 3 çeteyên qesrê hatin kuştin. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo parastina sivîlan ket nava hewldaneke nû
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo parastina sivîlên di hundirê bajêr de asê man e, însiyatîfeke nû nîşan da. -
YPG: Li taxa Şêx Meqsûdê 4 çete hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyan ên il hemberî taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin û di encama bersiva hêzên wan de 4 çete hatine kuştin. -
Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin, yek jê zarok e
Li Taxa Sixkê ya navçeya navendî ya Rêya Armûşê ya Wanê çeteyên Qesrê bi ser malekê de girtin û 2 kes binçavkirin, ku yek ji van zarok e. -
Edîtorê Azadiya Welat Bûlût hat girtin
Edîtorê rojnameya Azadiya Welat Zeynel Abîdîn Bûlût hat girtin. -
El Ehmed li Kasselê hat bîranîn
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd El Ehmed ê di pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kassel ê Elmanyayê hat bîranîn. -
Qedexeya li Nisêbînê li hin taxan 'rabû'
"Qedexeya derketina derve" ya li Nisêbînê ku ji 14'ê Adarê û vir ve dewam dike, ji bilî taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê, li taxên din hat rakirin. -
Hêzên rejîmê êrîşî Asayîşa Hesekê kirin: 2 çekdarên rejîmê hatin kuştin
Ji çekdarên rejîm Baasê yên êrîşî bendeke kontrolê ya hêzên Asayîşa Hesekê kirin, 2 endamên Difaî Wetenî hatin kuştin. -
Ji bo hevdîtinê serlêdan hat kirin
Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Faris Salih: YBŞ/YJŞ'ê berxwedan mezin kir
Faris Salih da xuyakirin ku beriya fermanê ew çûne serdana qeymeqam û got, "Lê qeymeqamê PDK'yî tiştek nekir û ferman bi ser me ve hat. Piştî ku YBŞ/YJŞ ava bûn, berxwedan jî mezin bû."