Li Minbicê 13 çete hatin kuştin, şer dewam dike

Şerê dijwar di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de yên li navenda bajar didome, di vî şerî de 13 çete hatin kuştin.

Operasyona şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di roja 55. de ya ber bi navenda bajêr ve dewam dike. Şerê ku di navbera şeranan û çeteyan a li Taxa El Keclî a ku li Rojhilatên Taxa El Benawiyê ya ku hatî rizgarkirin bi dijwarî dewam dike. Hat ragihandin ku di êrîşan de 3 çete hatin kuştin.

Pêşveçûna şervanan a ber bi bakûrê navenda bajêr ve dewam dike, hat diyarkirin ku li herêmê şerên dijwar diqewime. Di vî şerê li vê herêmê de herî kêm 10 çete hatin kuştin.

Li herêmên din ê navenda bajarê ku şer lê dijwar diqewime, gûndikê Şêx Eqîl û Firin ê dikevin Başurê Minbicê ne.

Li aliyêdin li Taxa El Benawî ya ku di 24’ê Tîrmehê ji aliyê şervanên Minbicê ve ji çeteyan hatibû paqijkirin lêberî didomin, di lêgerîna de 2 çeka brûno, 2 sidoqên guleyên doşkaya 12,5 û 2 çekên keleş hatin bidestxistin.