Faris Salih: YBŞ/YJŞ'ê berxwedan mezin kir
Faris Salih da xuyakirin ku beriya fermanê ew çûne serdana qeymeqam û got, "Lê qeymeqamê PDK'yî tiştek nekir û ferman bi ser me ve hat. Piştî ku YBŞ/YJŞ ava bûn, berxwedan jî mezin bû."
Faris Salih da xuyakirin ku beriya fermanê ew çûne serdana qeymeqam û got, "Lê qeymeqamê PDK'yî tiştek nekir û ferman bi ser me ve hat. Piştî ku YBŞ/YJŞ ava bûn, berxwedan jî mezin bû."
Faris Salih da xuyakirin ku beriya fermanê ew çûne cem qeymeqam û ji wî re gotine wê êrîşên Şengalê bikin û pêwîste em amadekariyên xwe bikin. Salih got, "Lê qeymeqamê PDK'yî tiştek nekir û ferman bi ser me ve hat. Piştî ku YBŞ/YJŞ ava bûn, berxwedan jî mezin bû."
Welatiyê Êzidî Faris Salih ku di heman demê de endamê Parastina Cewherî ye, kêliyên fermanê û êşên kişandine ji ANF'ê re vegot:
"Her tim bavê me, bapîrên me digotin 72 ferman li ser me rabûn, me her tim zordarî dîtin. Me bawer dikir, lê me nedîtibû. Her kîjan hikûmeta dihat Şengalê zext û zilm dikir, bi taybetî di salên 70’an de ji ber ku Êzidî ketin nava tevgera Kurdî ev jî bû sedem, ku di sala 75’an de bi sedan gundên me xera bikin û em bi zorê ji çiyê bên derxistin. Berê me dan navçeyan. Li navçeyan kar nebû, xaniyên wan ax bûn, av nebû, hemû bîrên ava tehl bûn. Ji xwe ew xaniyên em tê de diman ne yê me bû. Di wextê Saddam de erdê me hemû dan Ereban û Êreb anîn ser erdê me. Ereban bostanên me ji bo xwe çandin. Lê ti kesî dengê xwe dernexist û li mafên Êzidiyan nepirsî. Di serî de jî muxtar, Babê Şêx û kesên din ên navdar.
SIYASETA PDK'Ê NE KÊMÎ YA BAAS BÛ
Em hatin sala 2003’an. Rejîma Baas şikest, me got baş e. Dema PDK’e hat Şengalê û hikûmet ket destê wan me got; baş e êdî ew ê mafên civaka Êzidî bidin. Lê me piştre dît, ne wisa ye. Siyaseta wan ne kêmî ya Baas e. Ji ber ku wan ji Kurdên Başur û miletên derdorê anîn xistin Şengalê. Mal û milkê Êzidiya desteser kirin. PDK’ê wê demê ji wan Kurd û Ereban re got 'hikûmetê destûr daye we ku ev erd û zevî ya we be'.
Di sala 2005’an dema hilbijartin çêbû, Iraqê destûra Bingehîn a xwe li ser 3 herêma ava dikir; Ramadî, Selahedîn û ya sêyemîn jî herêma Kurdistanê bû. Me Êzidiyan jî dengên xwe dan Kurdan. Di her hilbijartinê de 7-8 parlementer bi dengên Êzidiyan diçûn parlamenta Iraqê. Lê ne li ser navê Êzidiyan bû û ji bo Êzidiya jî ti tişt nedikirin. Hemû ji bo hikûmeta herêmê dikirin, dema ferman bi serê me de hat her kesî jî dît ka rewşa me çi ye, gelê me hemû belengaz bûn.
ME LÎSTEYEK JI 8 XALAN PÊŞKÊŞÎ QEYMEQAMÊ ŞENGALÊ KIR
Dema DAIŞ derket hol gelek cih girt. Mûsil jî girtin û tirs ket dilê me. Me xwest civakê hişyar bikin. Me digot ev hêzeke wisa ye bê xwedê ye. Digotin na na netirsin ew û Kurd dost in û tifaqin û hwd. Lê dîsa ji her ku DAIŞ ber bi milê me ve dihat tirs zêdetir dibû. Bi bihayê mîlyonek û 300 hezar me çek kirîn, cebilxane kirîn û me hinek amedekarî kir. Me ji gel re got amedekariyên xwe bikin. Ji ber ku DAIŞ'ê êrîşî sînor kir. Wê hêza ser sînor dema xwest ji ber çeteyan birevin û di deriyê Geliyê Şîlo de pêşmergên PDK’ê ew girtin û dest kanî li ser çekên wan. Bi rêya sîxuran ketin pey milet, ka çek li gel kê heye ji bo wan bigrin. Piştre em çûn gel qeymeqamê Şengalê Serhedî Salih. Me jê re got, 'Til Efer, Beec û gelek cih ketin destê DAIŞ’ê, pêwîste em hinek tiştan bikin. Di navbera me û DAIŞ'de xendekan bikolin, satir çêbikin, peşmergeyên di nav bajaran de werin di wan satira de cih bibin û ger hejmara wan têrê neke me ciwanên Êzidî jî bişinin, riêa Şilo, gundê Medîban û Baacê de bendên wan ê kontrolê wan xurt bikin. Çekên giran, tank û topan û hamira danin wir. Ji ber ku ger çete werin jî ew ê bi wesayîtan werin, em ê wê demê pêşiya wan bigrin'. Me nivisekî ji 8 xalan pêk dihat radestî qeymeqam kir. Wî jî got 'pir başe hûn xem nexwin em ê li serê bi sekinin û ev daxwaza we tiştekî pir başê.' Lê di destê wî de ji tiştek nebû, hemû tişt di destê PDK’ê debû. Hîna ew belge di destê me de ye. Piştre em çûn hemû gundan me got bila xortên we ji hemû tiştan re amade bin. Me gelek tiştên din xwest bikin, lê ew jîhate asteng kirin. Yekî çû B-7 (kedîfe an jî roketavêj) kirîbû, peşmergeya hat ew cebilxane girt û gotin çekên giran qedexe ye.
CÎRANÊN ME YÊN EREB ROJA FERMANÊ KENÊ XWE BI ME DIKIRIN
Şeva 02.08.2014'an seat di 2-5 li gundê Sîba Şêx Xidr şer despêkir, heya sibê ji dewam dikir. Jjin û zarok hatin derbas bûn me jî got em malên xwe ewle bikin, em ê jî biçin şer. Ji wê demê cejna me ya Çilê havîne bû, her ji me li mêvandariya hineka bûn. Em çend kes man, me got 'em ê şer bikin, yên din ji malbatan derxin'. Piştre me dît hêzên çekdar hemû çekên xwe yê giran ji bo DAIŞ'ê dihêlin û direvin diçin û benda kontrolê derî ji rê li milet digirt. Me dît miletê gundê Gir Zerik bi meşê tê. Birayê min çû gel wan, got 'hûn çima nahêlin'. Pêşmerge jî got ji me re emîr hatiye ku em berdin. Cîranên me yên Ereb dema me bar dikir kenê xwe bi me didan. DAIŞ ne hatiye ket xema wan nebû. Me jî tenê zarokên xwe girt û çûn. Ewqasî Erebeyên cîranan hebûn yek ji wan jî bi me re nebûn alîkar. Pêşmerge û asayîşê baz dan û çûn.
ÊDÎ JI BO ZAROKÊN MIN NEMIRIN, MIN Ê XWÎNA XWE BIRIJANDA
Di der ketina Şengalê ji lofa yekemîn bigire heta serî wesayîtên pêşmergeyan bûn. Hemû cureyên çekan girtibûn û baz didan. Li pey wan jî milet dihat. Lê rê nedidan me ji xwe li rêkên din xist. Ne av hebû û ne ji tiştekî din. Em çûn ji cihekî din hinek av me peyda kir. Êdî DAIŞ bi ser lofa re derket û êdî ne kesî çû ne jî hat. Me xwe xist geliyekî û em sekînin. Hin ji me gotin em biçin me got kes ne xwarin xwariye. Wekî din em vê rêyê nasnakin. Em heta roja din li wir man. Piştre hinek hatin me rê pirsî rê nîşane me dan. Lê barê me giran bû, kî ji me çek û cebilxane girtibû kî ji zarokan girtibû. Zarok ji tî û birçîna her digiriyan, biraziyê min Şehîd Şengal av anî pêşiya. Em gihîştin nêzî gundê Çilmêra. Careke din av ji milet re anî. Hevalê Şengal pir ji me re bû alîkar. Piştî gelek zehmetiya em gihîştin Çilmêra. Êdî ji birçî û têhbûn halê me nebû. Ji ber ku xwarin û av ne ma bû, ji bo ku zarokên min yê 2 mehî û 8 mehî têhna birçî nemire, êdî min kêr rakibû, ji bo ku tiliya xwe jê bikim û xwînê bidim zarokan ji bo têhna nemirin.
Em li bin daran rûniştin. Vê carê ji geşedaniyekî mezin destpêkir. Ji nişka ve milet bela wela bû, her kes bi cîhekî ve baz da. Me got çibû, gotin DAIŞ hat vir. Min got derew e û min malbata xwe kom kir û ez sekînîm. Min ji xwe re digot ger hatine vir, em ê wekî din biçin ku derê. Piştre agahî hat gotin terektor wê were we bigre û bibe Serdeştê. Em derketin rê ka teraktor em giştîn lofên ber deriyê Şengalê. Me dît çend heval û hin ji milet wir girtine. Ew heval beriya fermanê bi dizî ketibûn Şengalê. Lê hinek ji wan hatibûn girtin. Birayê min gotin tu malbatan bibe gel bîra Xidir Tella. Em ê li vir bin, ji bo parastinê xelek hat avakirin. Me jî wê roj ber bi êvarê de xwe gihand gel bîrê.
BI AVAKIRINA YBŞ/YJŞ'Ê RE BERXWEDAN ROJ BI ROJ MEZIN BÛ
Piştî YBŞ-YJŞ hat avakirin, roj bi roj berxwedan zêde bû. Gelek cangorî ji çêbûn. Lê tevî hemû tiştan jî milet baweriya xwe pê anî. Gelek caran DAIŞ'ê xwest bikeve ser çiyê. Lê ji ber berxwedana YBŞ-YJŞ'ê hevalan û miletê Êzidî, DAIŞ nikaribû gavekê pêş de were. Ji xwe miletê di çiya de mayî hemû wekî bira li wan hatibû û hemû jî bi hevre diçûn şer û li ber xwe didan."