KURDISTAN
Radestkirina belge û şahidiyên tewanê ji bo saziyên PDK’ê, weke metirsiyeke mezin a li ser destkarîkirina heqîqeta dîrokî û windakirina şopên berpirsiyariya fermanê tê nirxandin.
KCK’ê got, “Em dayika xwe Bahar bi rêzdarî, minet û hezkirin bi bîr tînin. Weke zarokên dayikek wiha em soza xwe dubare dikin ku bi berxwedan û biryardarî xeyalên wê pêk bînin.”
"Di sala 1'emîn a merasîma şewitandina çekan a 11'ê Tîrmehê de weke Tevgera Azadiyê em israra xwe ya li ser stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk careke din destnîşan dikin. Neavêtina gavê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê nêzîkatiya nerast a li pêvajoyê ye."
Bahar Bîlge ya 87 salî koça dawî kir ku hevjînê wê, 2 kur û 2 neviyên wê li nava Têkoşîna Azadiyê şehîd bû û xwe weke 'Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me' dida naskirin.
Dîroknas Sedat Ulugana 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî hatine kişandin derxist holê. Wêneyên ku cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin, wekî belgeyên girîng ên ku heta niha derneketine holê ne.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Avesta: Ji bo Serok Apo em dengê xwe bilindtir bikin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Avesta li ser xeteriya rewşa Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji ANF'ê re axivî û got, "Ji bo azadiya Rêber Apo, divê gelê me dengê xwe bilindtir bike, çalakiyên xwe hîn radîkal bike û dest ji kolanan bernede."
-
-
-
Yukeskdag: Bi zilmê tu nikarî desthildariya xwe bimeşînî
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku li Dersimê başdarî mîtînga “Ji darbeyê re na, demokrasî niha” bû wiha got: “Heta ku netewên cuda li ber çavan negirî, nikarî îda bikî ku demokrasî heye, bi zilmê nikarî desthiladariya xwe bimeşînî.”
-
-
‘Em qet Qamişloyê bernadin’
Qamişloyiyan: Bila DAIŞ baş bizanibe ew çi bikin bila bikin em qed xaka xwe naterikînin. Ew çiqas xirabiyê bike li pêşberî vê em ê yekîtiya xwe xurt bikin û li pêşberî wan rawestin.
-
-
-
‘Teqez em ê hesabê qetlîama Qamişloyê bixwazin’
Hevserokê Konseya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, têkildarî qetlîama bi wesayîta bombebarkirî ya li Taxa Xerbî ya Qamişloyê di saetên sibehê de pêk hat û gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan ji ANF’ê re nirxand.
-
-
Li Colemêrg û Şirnexê çalakiyên gerîla
HPG’ê têkîldarî çalakiyên li Şirnex û Geverê û her wiha tevgera artêşa Tirk a li Wanê agahî parve kirin. HPG’ê da xuyakirin ku li dijî qereqola Xirvatê ya Geverê çalakiya fedaî li dar xistine.
-
Bîlançoya salekê ya berxwedana YPS'ê
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê bîlançoya şerê li bajarên Kurdistanê yê navbera 24'ê Tîrmeha 2015 û 23'ê Tîrmeha 2016'an eşkere kir. Di şer de 2218 çeteyên qesrê hatin kuştin. 363 şervanên YPS/YPS Jinê jiyana xwe ji dest dan.
-
-
Ciwanên Daqoqî ji bo azadiya Ocalan bang kirin
Ciwanên qezaya Daqoqê ya girêdayî bajarê Kerkûkê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin, azadiya Ocalan xwestin û gotin: "Serok Apo xeta me ya sor e."
-
Li Minbicê 13 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ’ê ji navenda bajarê Minbicê êrîşî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Şervanan bersiv dan û êrîş şikandin.
-
Rihayî ji bo Ocalan nobedê digirin
Li bajarê Ocalan Rihayê di heman demê de li gelek navendan çalakiyên nobedê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de li dijî tecrîdê ji Ocalan re azadî hate xwestin û AKP/Qesr hatin şermezarkirin.
-
-
-
-
-
-