Koordînasyona Giştî ya YPS'ê sedem û encamên şerê 24'ê Tîrmeha 2015-23'ê Tîrmeha 2016'an ên li gelek bajarên Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
YPS'ê pêvajoya beriya êrîşên di 24'ê Tîrmeha 2015'an de destpê kir nirxand û bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên AKP û Erdogan li ser gelê Kurd ferz dikir û berxwedana ciwanên Kurd a li hemberî vê yekê nîşan dan. YPS'ê destnîşan kir, ku wê hesabê her dilopa xwînê ya hatiye rijandin bê pirsîn.
YPS'ê komkujiyên li bajarên Kurdistanê hatin kirin bibîr xist û ragihand, yekane berpiryarê van komkujiyan AKP û çeteyên Qesrê ye.
'AKP Û ERDOGAN QIRKIRIN LI SER KURDAN FERZ KIR'
Di daxuyaniya YPS'ê de hat ragihandin, ku li ser bingeha hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl hat dayîn pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyê bê çareserkirin û hat gotin, "Di serî de Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelême bi berpirsyariya pêvajoya muzakereyê rabûn û li pêş raya giştî bi her awayî fedekarî kirin. Li hemberî vê yekê, rejîma Erdogan û AKP'ê, ev pêvajo ji bo xwe kir firsendeke qirkirineke nû ya Kurdan, maseya muzakereyê qeliband û plana komkujî û qirkirinê ya demeke dirêj amadekariya wê kiribû, bi êrîşa 24'ê Tîrmehê re xist meriyetê. Piştî maseya hat qelibandin û pêvajoya muzakereyê ya ji holê hat rakirin, gelê Kurd biryar da siberoja xwe ya demokratîk û azad bi xwe ava bike û têkoşîna xwerêveberiyê weke stratejiya bingehîn pejirand.
Bi êrîşên 24'ê Tîrmehê re, konsepta qirkirinê ya ji berê ve li ser gelê Kurd tê meşandin, dubare bû. Li hemberî van çeteyan, gelê Kurdistanê bi serhildanan, bi ragihandina xweserî û parastina xwerêveberiyê bersiv da. Gelê Kurdistanê bend danî, xendek kola û xweparastin esas girt. Li pêşberî vê berxwedana xwerêveberiyê, vîna Erdogan û çeteyên Qesrê şikest, bêçare man û ji bo xwe ji vê tengaviyê rizgar bikin, serî li her şêwe komkujiyan dan."
BERXWEDANA BAJARAN
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê bal kişand ser 'berxwedana bajaran' a li gelek bajarên Kurdistanê hat kirin û da zanîn, çeteyên AKP û Qesrê li hemberî vê berxwedanê, komkujiyên li dijî mirovahiyê kirine.
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"BERXWEDANA BAJARAN ku wê bi tîpên zêrîn li dîroka me ya têkoşînê were nivîsandin, bi fedekariyeke mezin û ruhê fedayî yê Apoyî, asta dilsoziyê ya ciwanên Kurdisatnî û gelê fedekar ê Kurdistanê derxist holê. Çeteyên AKP/Qesrê li hemberî vê bexwedanê komkujiyên li dijî mirovahiyê kirin, bedenên şehîdên me parçe kirin, mirovên me bi saxî li jêrzemînan şewitandin û kirin ku cenazeyên me neyên naskirin. Li hemberî vê wehşet û qirkirina li ti devera cîhanê nehatiye dîtin, berxwedana ciwanên Kurdistanî rêbazeke nû ya têkoşînê afirandiye. Di serî de li Gimgim, Kerboran, Farqîn, Sûr, Silopiya, Hezex, Baglar, Cizîr, Gever, Şirnex, Bismil û Nisêbînê li gelek herêmên Kurdistanê bi pêşengiya YPS'ê berxwedana xwerêveberiyê ket rojevê. Rejîma AKP/Qesrê ya li pêşberî berxwedana li vê qadê têk çû, li ser bingeha plana qirkirinê dest bi komkujiyan kir. Li Cizîr, Hezex, Silopiya, Sûr, Gever, Şirnex û Nisêbînê, jin, zarok, extiyar mirovên me hatin qetilkirin. Ruhê berxwedêr ê van mirovên me bûne sembola dîroka me ya têkoşînê."
'CIWANAN FEDEKARIYEKE MEZIN NÎŞAN DAN'
YPS'ê da xuyakirin, ku ciwanên Kurd bi fedekariyeke mezin li hemberî êrîşên AKP'ê li ber xwe dan û diyar kir, ji ber şert û mercên demsala zivistanê HPG'yiyan heta astekê beşdar bû û destekeke mezin pêşkêş kirin.
Di daxuyaniyê de ev nirxandin hat kirin:
"Çeteyên AKP/Qesrê bi tank û topên xwe bi rengekî topyekûn êrîşî gelê Kurdistanê û ciwanên me kirin, yekîneyên artêşê jî ji bo xerakirina bajarên berxwedanê yên Kurdistanê ketin dewrê. Li hemberî van komkujiyên ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kirin, li bajarên berxwedanê, ciwanên me bi fedekariyeke mezin têkoşiyan û ji bo pêvajoya nû ya berxwedanê, pêwîstî bi destwerdana gerîlayên xwedî tecrûbe yên li nava refên HPG'ê, derket holê. Lê belê ji ber şert û mercên demsala zivistanê, heta astekê karîbûn tevlî bibin. Hevrêyên me yên HPG'yî yên tevlî vê berxwedanê bûn û tevkariyeke girîng li berxwedanê kirin, destekek mezin dan. Ji nava hevrêyên me yên HPG'yî, milîtanên pêşeng ên bi ruhê fedayî li ber xwe dan û gihîştin şehadetê, li dijî her şêwe êrîşên dijmin ruhê şervaniya têk naçe, derxistin holê.
'ERDOGAN Û ÇETEYÊN QESRÊ ŞIKESTIN'
Weke YPS, her çend di vê pêvajoya berxwedanê de ji aliyê taktîkî ve şaşiyên me çêbûn jî, li pêşberî berxwedana destanî ya pêşengên leheng, çeteyên Erdogan û Qesrê şikestin. Bi taybetî Mehmet Tûnç û gelek şehîdên me, heta nefesa xwe ya dawî bi dirûşma 'em ê serî netewînin, li ber xwe bidin, bila gelê me bi me serbilind be' li ber xwe dan û şehadetî bi lehengiyeke mezin pêşwazî kirin. Ev yek li hemberî qelsiya dijmin bû bersiva herî mezin. Tevî ku çeteyên AKP/Qesrê bi bikaranîna çapemeniya şerê taybet hewl dan rastiya vê berxwedanê veşêrin û gel bixapînin jî, nekarî vê berxwedana gelê Kurdistanê bişikînin. Armanca bingehîn a polîtîkayên qirêj ên çeteyên Qesrê yên Erdogan ên li hemberî Kurdistanê ew e; di destpêkê de Kurdistanê bişewitînin û xera bikin, piştre jî weke rizgarkeran derkevin holê û gel bikin hewcedarê xwe.
Em bîlançoya vê berxwedana dîrokî ya bi berdêlên mezin veguherî destanê û lehengiyên bi heybet afirand, ji cîhanê re eşkere dikin û bi vî rengî erka xwe ya li pêşberî mirovahiyê bi cih tînin. Mirovên ji siberoja azad û demokratîk bawer dikin, wê di vê bîlançoyê de komkujiyên çeteyên AKP/Qesrê bibînin."
'BERPIRSYARÊ KOMKUJIYAN AKP YE, BÊDENGÎ HELWESTEK LI DERVEYÎ MIROVAHIYÊ YE'
YPS'ê destnîşan kir, ku yekane berpirsyarê van komkujiyên li gelê Kurdistanê hatiye kirin, çeteyên AKP/Qesrê ne û bêdengiya li pêşberî van qirkirinên li gel hatine kirin, weke helweste li derveyî mirovahiyê pênase kir. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Şehîdên me yên leheng ên bi berpirsyariya şoreşgerî tevlî vê berxwedanê bûn; Çiyager û Berfîn li Sûrê, Îslam û Rojvan li Geverê, Rojger û Çeko li Hezexê, Rûken, Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Mehmet Yavûzel, Ercan Bîşkîn û Harûn li Cizîrê, Êrîş li Silopiyayê, Sêvê û hê gelek hevrêyên me bi berxwedana xwe bûn sembola pêşeng a demê. Baweriya me tam e ku gelê Kurdistanê yê leheng-welatparêz wê rê ne de zext, zilm û qirêjiya rejîma AKP'ê û li ser şopa şehîdan bimeşe. Weke Koordînasyona YPS'ê em hemû hevrêyên xwe yên di vê berxwedanê de bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê careke din bi rêzdarî bibîr tînin û dixwazin bê zanîn, ku hesabê her dilopa xwînê ya hatiye rijandin wê bê pirsîn."
WÊ BÎLANÇO WERE EŞKEREKIRIN
Koordînasyona YPS'ê da zanîn, ku bîlançoya şerê navbera 24'ê Tîrmeha 2015 û 23'ê Tîrmeha 2016'an wê bi daxuyaniyeke din, bi berfirehî were eşkerekirin.
Tê payîn bîlanço piştî çend saetên din bê eşkerekirin.