KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Midûra Karê Nivîsan a Kovara Ozgur Halkê hate girtin
Midûra Berpirsyara Karên Nivîsan a Kovara Ozgur Halkê Hulya Karakaya hate girtin. -
YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên enternasyonel eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameyên 2 şervanên xwe yên enternasyonal eşkere kir û diyar kir, di şoreşa Rojava de ji her netewê beşdarî kir û têkoşîna gelan pêş xistin. -
Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Alinterî hate binçavkirin
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Pîran Mûstefa Alinterî li gel xebatkarê şaredariyê Azmî Akdag hate binçavkirin. -
Tûncel: Pêwîst e saziyên navneteweyî bi wezîfeyên xwe rabin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Tûncel diyar kir ku darbeyên AKP’ê tenê bi demokrasiya radîkal dikare bê rawestandin. Tûncel li beramberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertek nîşan da. -
Îlkbahar ê ku dewletê qetkiriye ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Mesût Îlkbahar ê ku li Xozatê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, bi merasîmekî girseyî hate definkirin. Di merasîmê de tim dirûşma “Hêrsa dayikan wê qatilan bifetisîne”, “Bi can bi xwîn, em ê tolê hilînin." -
Çalakiyên gerîla bênavber didome: Herî kêm 22 leşker, 11 polîs hatin kuştin
Çalakiyên gerîla bêserûber didome. Li navçeya Şemzînanê herî kêm 22 leşker hatin kuştin, li Çewlikê jî bi çalakiyek sabotajê 11 polîs mirin. -
YPS’ê denge xwe li sîxuran dike
Şervanên YPS’ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî 3 kesên ku sîxurtî dikirin bi armanca hişyariyê çalakî li dar xistin. -
Yuksekdag: Rêya Îmraliyê vekin, rêya darbeyê bigirin
Fîgen Yuksekdag: Me tim digot rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Kengê rêya Îmraliyê girtin, şer, hilweşîn, darbe û mirin derdikeve. Eger ku hûn rêya Îmraliyê bigirin wê darbe pêk were. Rêya Îmraliyê vekin, rêya darbeyê darbeyê bigirin. -
KCK: Em ê xewn û xeyalên Derwêşê Evdî bi cih bînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, êrîşa qirkirinê ya DAIŞ'ê ya li Şengalê şermezar kir û got, "Kurdistana azad, têkoşîna jiyana azad xewn û xeyalên Derwêşê Evdî bû. Em careke din soz didin, em ê vê bi ser bixînin." -
TŞYG: Li Xozadê 3 leşker hatin kuştin
Fermandariya Hevpar a TŞYG diyar kir, milîtanên wan li hemberî qereqola Pakîre ya li navçeya Xozad a Dersîmê çalakiyek pêk anîne û di encamê de 3 leşker hatine kuştin. -
YPS'ê nasnameyên şehîdên Geverê eşkere kir
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê nasnameyên şervanên xwe û sivîlên li Geverê di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. -
Zarokê ku dewletê îşkence lê kir, kor bû
Zarokê bi navê H. Algan ku yek ji sivîlên ji Nisêbînê hatiye derxistin e, ji ber ku hêzên dewletê îşkence lê kir, kor bû. -
Yek ji pêkanînên Rewşa Awarte: Şekir jî nadin binçavkiriyan
Ciwanên bi navê Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen ê 10 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê tên girtin, ji ber ku bi biryara dozgeriyê şekir jî ji wan re nayê dayîn, ev deh roj in bi tenê avê vedixwin. -
Konferansa HPC-Jinê li Rimêlanê destpê kir
1. Konferansa Hêzên Parastina Civakî yên Jinê (HPC-Jin) li bajarokê Rimêlanê destpê kir. -
PAJK: Em ê bi xurtî hesabê komkujiya Şengalê bipirsin
Koordînasyona PAJK'ê qirkirina li Şengalê bi tundî şermezar kir û soz da ku ew ê bi xurtî hesabê vê komkujiyê ji hêzên qetlîamker bipirsin. -
Ahmet Turk: Em bi gelê xwe re ne, ji medya şer yeqîn nekin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî nûçeyên li ser ziyareta wan a li Nisêbînê da. Turk diyar kir, nûçeyên bi vî rengî di çarçoveya şerê taybet de tên weşandin û got, "Em bi gelê xwe re ne." -
Şerê li Minbicê bi dijwarî didome: 28 çete hatin kuştin
Li taxên El Xessaniyê û El Şêx Eqîl ên Minbicê, di navbera çeteyan û şervanan de şerekî dijwar diqewime. Di şerê duh bi şev de 28 çete hatin kuştin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li vê herêmê jî bi pêş ve diçin. -
'YJŞ wê bibe tolhildana jinan'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "YJŞ wê bibe tolhildana hemû jinên Êzidî yên di van fermanan da gihaştin şehadetê" û hat destnîşankirin, ku heta YJŞ hebe wê careke din ferman li civaka Êzidî ranebe. -
Li Licê û Hênê derketina derve hat qedexekirin
Li 6 gundên ser bi Licê û Hênê ji aliyê Walîtiya Tirk a li Amedê ve derketina derve hat qedexekirin. -
'Divê Şengalî bi hêza xwe siberoja xwe ava bikin'
Ji berxwedêrên Şengalê Fermandarê MLKP'ê yê Şengalê Tûncay Yildirim diyar, divê Êzidî pişta xwe nespêrin emperyalîstan û hevkarên wan ên herêmî û got, "Pêwîste bi hêza xwe siberoja xwe ava bikin." -
Xemla dîwêr a ji bîr dibe: Îsfend
Xemla dîwêr a li Kurdistanê ji gihayê îsfend tê çêkirin, hê jî li Xelfetiyê ji aliyê jinan ve tê çêkirin. -
'Em ji ewlekariya jiyana Ocalan gelekî bi fikar in'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bibîr xist, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ew bi ti awayî agahiyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nagirin û ji ewlekariya jiyana wî gelekî bi fikar in. -
Li Minbicê 2 hezar welatiyên sivîl veguhestin herêmên bi ewle
Li Minbicê di çarçoveya Hemleya Şehîd Fermandar Ebû Leyla de, îro 2 hezar sivîl ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, vegûhestin herêmên bi ewle. -
Li Rihayê çalakiyên li dijî tecrîdê hatin destpêkirin dewam dikin
Çalakiyên ku li navçe û navenda Rih ê warê Ocalan, ji bo li dijî polîtîkaya tecrîda girankirî ya bi destê AKP/Qesrê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi hemû biryardariya xwe dewan dike. -
Ahmet Turk: Li Nisêbînê deynên avê hate jêbirin
Hevşaredarê Giştî yê Bajarê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Nisêbînê ya ku beşeke qedexeya kolanan hatiye rakirin bi gel re civiya, ragihand ku deynên berê yên avê hatine jêbirin.