TŞYG: Li Xozadê 3 leşker hatin kuştin
Fermandariya Hevpar a TŞYG diyar kir, milîtanên wan li hemberî qereqola Pakîre ya li navçeya Xozad a Dersîmê çalakiyek pêk anîne û di encamê de 3 leşker hatine kuştin.
Fermandariya Hevpar a TŞYG diyar kir, milîtanên wan li hemberî qereqola Pakîre ya li navçeya Xozad a Dersîmê çalakiyek pêk anîne û di encamê de 3 leşker hatine kuştin.
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), li ser çalakiya hêzên wan a li Dersîmê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Milîtanên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) roja 1'ê Tebaxê saet di 08:00 de, li hemberî qereqola Pakîre ya navçeya Xozad a Dersîmê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de milîtanên me 3 leşkerên li pîsta helîkopteran hedef girtin û her 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC a faşîst mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky rakir. Dijmin bi çekên giran gule li derdora xwe reşand. Di dema vê gulereşandinê de dijmin gule berda wesayîteke sivîl. Sivîlekî jiyana xwe ji dest da."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev çalakiya li hemberî qereqolê ji bo bîranîna hevrêyên wan Sînan û Riza yên di 6'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, hatiye lidarxistin.
Fermandariya Hevpar a TŞYG'ê da xuyakirin, ku ji 15'ê Tîrmehê û vir ve rêya Dersîm-Pulurê di bin kontrola milîtanên wan de ye.