'Divê Şengalî bi hêza xwe siberoja xwe ava bikin'
Ji berxwedêrên Şengalê Fermandarê MLKP'ê yê Şengalê Tûncay Yildirim diyar, divê Êzidî pişta xwe nespêrin emperyalîstan û hevkarên wan ên herêmî û got, "Pêwîste bi hêza xwe siberoja xwe ava bikin."
Ji berxwedêrên Şengalê Fermandarê MLKP'ê yê Şengalê Tûncay Yildirim diyar, divê Êzidî pişta xwe nespêrin emperyalîstan û hevkarên wan ên herêmî û got, "Pêwîste bi hêza xwe siberoja xwe ava bikin."
Ji berxwedêrên Şengalê Fermandarê MLKP'ê yê Şengalê Tûncay Yildirim diyar, divê Êzidî pişta xwe nespêrin emperyalîstan û hevkarên wan ên herêmî û got, "Pêwîste bi hêza xwe siberoja xwe ava bikin."
Yildirim da xuyakirin, ku bi qasî çeteyan emperyalîst û PDK jî hevparê komkujiya Şengalê ne û destnîşan kir, ku di encama têkoşîneke lehengî ya HPG, YPG û MLKP'ê de bi saya şehîdan Şengal azad bûye.
Yildirim bibîr xist, ku hê jî civaka Êzidî venegeriya ye Şengalê û got, "Ev yek encama komkujî û tirsa bi serê wan ve hatiye. Îro hê jî bi sedan jinên Êzidî di destê DAIŞ'ê de dîl girtî ne û bi sed hezaran mirovên me yên Êzidî li sirgûnê ne. Ji bo vegerin Şengalê û li vir bijîn, hînê rewşê ewle nabînin. Beriya 7-8 mehan, di encama pêngava HPG, YBŞ û MLKP'ê de Şengal hat azadkirin. Şegnal îro di bin kontrola hêzên şoreşger de ye. Her wiha PDK a ku para xwe di komkujiyê de heye, dixwaze li vir bimîne. Ji bo gelê me karibe li Şengalê vegere, divê bi temamî azad bibe."
MLKP JI ROJA DESTPÊKÊ VE CIHÊ XWE DI PÊNGAVA AZADKIRINA ŞENGALÊ DE GIRT
Yildirim ragihand, ev komkujî di heman demê de bû sedema pêkhatina hevpariya têkoşînê û berxwedaneke mezin û wiha dewam kir: "Vê komkujiyê her wiha berxwedanek jî derxist holê. Berxwedana bajarekî ya HPG, YJA Star û MLKP bi hev re dimeşîne, derxist holê. Li aliyê din, hevrêtiya MLKP'ê û PKK'ê xurtir kir. Hevrêtiya me ya li Rojava, li Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir, li çeper û çalakiyên li Şengalê xurtir bû. Hevrêtiya li Şengalê bi dest ket, li Kurdistan, Tirkiye û niha li Minbicê di asteke xurt de bi cih tê anîn. MLKP'ê xwe berpirsyar dît ku bi hawara civaka Êzidî bê. MLKP di çarçoveya bernameya xwe de şoreşa li Rojhilata Navîn diparêze. Lewma bi rengekî aktîf cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de girt û tevî hevrêyên HPG'yî li Şengalê bi berpirsyarî rabû. Em li Şengalê civaka xwe ya Êzidî û Şengalê diparêzin. Vê yekê jî bi perspektîfa xwe ya şoreşa Rojhilata Navîn û têkiliya bi hevrêyên xwe yên PKK'yî re pêk tînin. Partiya me MLKP ji roja destpêkê ya fermanê ve, bi her awayî di pêngava azadkirinê de cih girt."
'XWEPARASTIN Û XWERÊVEBERÎ TEMÎNATA AZADIYA ŞENGALÊ YE'
Fermandar Yildirim destnîşan kir, ku ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin, divê feraseta berjewendîparêz û paşverû ya PDK'ê were mehkûmkirin û got, "Bi taybetî, di şexsê civaka Êzidî de divê bandora PDK'ê were şikandin. Ya duyemîn jî, divê YBŞ û Meclîsa Êzidiyan a Şengalê ku di encama berxwedanê de derket holê, bê xurtkirin. Ji bo vê jî, mirovên me yên ji civaka Êzidî yên li çiyê, gundan û kampa Newrozê dimînin, li dora YBŞ û Meclîsa Şengalê xwe bi rêxistin bikin. Dema me ev bi ser xist, gel zane kir û weke hêza xweparastinê YBŞ jî xurtir kir, hingî wê pêşî li komkujiyên nû, dramên nû hatibe girtin. Em îro dibînin YBŞ mezin dibe û bandora Meclîsa Şengalê ya li nava civaka Êzidî zêde bûye. Ev yek hem ji bo civaka me ya Êzidî hem jî ji bo gelên li herêmê hêvî ye. Ya ku dikeve ser milê me hêzên şoreşger MLKP, HPG û YJA Starê jî, birêxistinkirina gelê li vir û xurtkirina xweparastin û xwerêveberiyê."
'LI HEMBERÎ ÇETEYAN Û HEVKARÊN WAN, DIVÊ YBŞ WERE MEZINKIRIN'
Yildirim di dewama axaftina xwe de got, "Sedema bingehîn a komkujiyên li hemberî civaka Êzidî hatin kirin jî ew e; ji bo parastina wan timî pişta xwe spartiye hêzeke din. Lê dîrokê nîşan da, ku ev hêzên derve di demên zehmet de, ji ber berjewendiyên xwe civaka Êzidî naparêzin û difiroşin. Weke ku di mînaka PDK'ê de hat dîtin, gelê me di nava komkujî, destavêtin û sirgûnê de hat hiştin, hat terikandin. Ji niha û pê ve, weke encama fermana 73'an divê vê bibînin; ancax bi xwe dikarin xwe, welatê xwe û baweriya xwe biparêzin. Ji bo vê jî divê hêza xweparastinê YBŞ'ê xurtir bikin û bi polîtîkayên xapînok û derew ên PDK'ê nexapin. Ji ber ku PDK hem bi rêya gefê, hem bi rêya şantajê hem jî hewl dide bi pereyan gel û ciwanên Êzidî bikire. Ev yek dikare rê li ber komkujiyên nû veke. Li şûna vê yekê, pêwîste YBŞ û Meclîsa bi vîn û hêza wan ava bûne bêhtir bi rêxistin bikin û rêya vê yekê xwe biparêzin, xwe ewle bikin. Banga me li civaka me ya Êzidî li ser vê bingehê ye. Pêwîste pişta xwe nespêre hêzên emperyalîst û hevparên wan ên herêmî. Girîng e siberoja xwe bi xwe ava bikin. Ev yek di nava Meclîsê û YBŞ'ê de weke meyleke xurt derdikeve holê. Pratîkê ev yek bi zelalî nîşan da; dostên rastî, hevrêyên rastî yên civaka Êzidî hêzên şoreşger in. HPG, YJA Star, MLKP û YBŞ ne."