Ronahî da xuyakirin, ku sîstema Îmraliyê ji her alî ve li gorî tecrîd û îzolasyonê hatiye avakirin û destnîşan kir, ku îzolasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye, lê belê hêzên navneteweyî ji ber hevsengiya xwe ya bi Tirkiyeyê re, vê rewşa li hemberî Rêberê Gelê Kurd ji nedîtî ve tên.
Elîf Ronahî diyar kir, derketina ji nava kaosa li Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe û got, "Ji bo aştî û aramiya li Rojhilata Navîn divê Rêberê me azad be."
'AZADÎ Û EWLEKARIYA JIYANA RÊBERÊ ME ROJEVA ME YA BINGEHÎN E'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ew ti agahiyê ji Rêberê xwe nagirin.
Ronahî got, "Sîstema Îmraliyê bi tena serê xwe sîstemeke tecrîdê ye. Ev sîstema tecrîdê sal û nîvekek hatiye girankirin. Lewma fikarên me yên li ser ewlekariya jiyana Rêberê me di asta herî bilind de ne. Ji bo me û gelê Kurd, tenduristî û ewlekariya jiyana Rêberê me berî her tiştî ye. Di nava van şert û mercan de ragirtina Rêberê me li nava tecrîdê, ne ya qebûlkirinê ye. Azadî û ewlekariya jiyana Rêberê me navenda têkoşîna me ye. Ev yek rojeva me ya sereke ye. Heta roja îro em di vê çarçoveyê de têkoşiyan, ji niha û pê ve jî em ê têkoşîna xwe ya di vî warî de di asta herî bilind de bimeşînin."
'DERKETINA JI NAVA KAOSÊ BI AZADIYA RÊBERTÎ DIBE'
Elîf Ronahî destnîşan kir, ku heta Ocalan azad nebe, derketina ji nava kaosê nepêkan e û wiha dewam kir: "Demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye. Lewma astengkirina hevdîtinan bi bahaneya Rewşa Awarte, ne tiştekî were qebûlkirin e. Ji bo agahî ji Rêbertî bê girtin, di serî de parêzerên Rêbertî, divê malbat û rêxistinên mafên mirovan bi armanca pêkanîna hevdîtinê bênavber serlêdanan bikin."
'RÊBERÊ ME SEDEMA JIYAN Û AZADIYA ME YE'
Ronahî diyar kir, di serî de gelê Kurd divê her kesên azadî û demokrasiyê dixwazin bi xurtî biherikin kolanan û got, "Girîng e ev çalakî heta encam jê bê standin, bênavber dewam bikin. Çawa ku di encama berxwedana rojiya mirinê ya li zîndanan hikûmeta AKP'ê mecbûr ma bi Rêbertî re hevdîtinê bike. Divê ev çalakiyên gelê me jî heta heman encam jê bê, bênavber dewam bikin. Rêberê me sedema me ya jiyan û azadiyê ye. Pêwîste her kes zanibe, heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me em ê têkoşîna xwe bidomînin."
'EWLEKARIYA JIYANA RÊBERÊ ME DI REWŞEKE XETERE DE YE'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bal kişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî tecrîdê û ev nirxandin kir: "Îzolasyon yek ji mezintirîn binpêkirina mafên mirovan e. Ji roja Rêberê me birin Girava Îmraliyê û vir ve tecrîd û îzolasyoneke giran li ser heye. Lê belê ev tecrîd ev sal û nîveke hîn bêhtir hatiye şidandin. Ji bo rakirina vê tecrîdê, hêzên navneteweyî bi berpirsyarya xwe ranabin. Hêzên navneteweyî ji ber hevsengiya xwe ya bi Tirkiyeyê re, vê rewşa li hemberî Rêberê Gelê Kurd ji nedîtî ve tên."
Ronahî da zanîn, di encama çalakiyên gelê Kurd de car carna hin saziyên navneteweyî dikevin nava hewldanan, lê belê ji van hewldan ti encam dernakeve. Elîf Ronahî bibîr xist ku CPT'yê encamên hevdîtina bi Ocalan re hê eşkere nekiriye û got, "Tevî ku bi qasî 10 mîlyon îmze ji bo azadiya Rêberê me radestî Konseya Ewropayê hatine kirin, der barê rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê weke vîna gelekî tê dîtin, bersiveke têrker nehatiye dayîn. Ev yek jî nîşan dide ku saziyên Yekîtiya Ewropayê pirsgirêka azadiya gelekî û demokrasiyê fedayî berjewendiyên siyasî û aborî kiriye. Ji ber vê yekê, em li bendê de bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, ji bo fikarên gelê Kurd ji holê rake, di warê tenduristî û ewlekariya jiyana Rêberê me de bikeve nava tevgerê û derhal agahiyan bide gelê Kurd. Di nava şert û mercên heyî de ewlekariya jiyana Rêberê me di nava xeteriyeke mezin de ye. Ji bo derhal hevdîtin bi Rêberê me re bê kirin, girîng e hêzên navneteweyî tavilê bikevin nava tevgerê."
'YÊ AŞTIYÊ BÎNE ROJHILATA NAVÎN OCALAN BI XWE YE'
Di dewama axaftina xwe de Ronahî bibîr xist, ku niha li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê şerek diqewime û û destnîşan kir, ku ji ber zîhniyetek çareseriyê ji vî şerî re bibîne nîne, kaos roj bi roj kûrtir dibe.
Ronahî da xuyakirin, ku olperestî, neteweperestî û mezhebperestî re pirsgirêk çareser nabin û got, "Heta ku zîhniyeta tekparêz a îro li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tê ferzkirin ji holê neyê rakirin, aştî nayê vê xakê. Yê vî şerî karibe bisekinîne, bersivê bide pirsgirêkan û aştiyê bîne Rojhilata Navîn Rêberê me bi xwe ye. Ji ber şert û mercên ragirtinê, Rêberê me bi qasî tê xwestin nikare bi rola xwe rabe. Ji ber vê astengiyê, şerê li vê xakê bi dijwarî dewam dike. Girîng e ev rewş ji holê bê rakirin û Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Bi tenê bi çend hevdîtinan an nepêkane pirsgirêk werin çareserkirin. Ji bo aştî û aramiya li Rojhilata Navîn, pêwîste Rêberê me azad be."