Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgan Yuksekdag, di civîna koma partiya xwe ya di Meclîsê de girêdayî bûyerên di rojevê de nirxandin kir.
Yuksekdag wiha nirxandinên xwe kir:
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di civîna koma HDP'ê ya li Meclîsê de geşedanên hefteyê nirxand. Yuksekdag, diyar kir ku HDP her dem li dijî debeyan, OHAL û rejîmên zordest têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşîne û wiha got: "Ji bo em nîşan bidin ku kesên demokrasiyê diparêzin û mafdar in bêtir bi hêzin em wê her dem li kolan û qadan bin. Em li heberî gelê we yên derdikevin qadan demokrasiyê diparêzin bi rêzdari pêşwazî dikin. Em bang li hemû kesên bindest û li dijî zilmê têdikoşin dikin ku dakevin kolanan.
'JI 8'Ê HEZÎRANE HETA NIHA EM LI DIJÎ DARBEYAN TÊDIKOŞIN'
Yuksekdag, da zanîn ku îxtîdara AKP'ê hêza gel û kolanan piştî 15'ê Tîrmehê û şûnde dît û wiha got: "Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê roja 8'ê Hezîrana 2015'an û şûnde li dijî me darbeya siyasî tê meşandin. Ji wê demê û hita niha gelê kurd û hêzên demokrasiyê li dijî darbeyan li kolanan têdikoşin. Em wekî HDP'ê û hêzên demokrasiyê baş zanin ku darbekarên bajaran dagir dikin çiye. Di sala dawî de HDP û hêza demokrasiyê sînga xwe daye ber gule û çekan. Li dijî ti tundî û êrîşan serî netewandiye. Me her dem ji bo azadiya xwe di refê herî pêş de cih girt û ji niha û şûnde jî em wê ji bo azadiya xwe di refên herî pêş de cih bigirin. Em her dem li dijî darbeyan rawestiyan û me li dijî darbeyan di ber xwe da. Me li dijî darbeyên bi polet û apolet di ber xwe da. Îro dixwazin darbeya bê apolet pêk bînin. Ev yek jî tenê bi riya demokrasî û kolanan tê lidarxistin.
Em li erdnîgarî û herêma lê hatine hilbijartin nikarin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Yên tenê demokrasî ji bo xwe ava kirine, nikarin demokrasiyek rastîn ava bikin. Ger ku azadi û demokrasî ne ji bo her kesî be, wê demê edalet û hişmendiya darbeyan ji holê ranabe. Em ji bo jiyanek nû têdikoşin. Em hewl didin ku siyaseta têk çûye û perçe bûye dîsa kom bikin. Siyaseta demokratîk bi hişmendiya demokratîk û nûjen pêş dikeve. Îxtîdara AKP'ê her dem îxtîdar li gorî xwe pêş xist û demokrasî ji bo îxtîdara xwe pêş xist. Ev her dem rê li pêş darbeyan vedike."
'HEMÛ PARTÎ LI DIJÎ HDP'Ê BÛN YEK'
Yuksekdag, destnişan kir ku Erdogan li dora Qesra xwe koalisyonek ava kiriye û hepû partî li dijî HDP'ê bûne yek û wiha got: "Me pêşniyar kir ku hemû partî bibin yek. Lê ji bilî HDP'ê hemû li dijî HDP'ê bûn yek. Li Qesrê vîna 6 milyon mirov hat wêdekirin. Em bi gotina wan û daxwaza wan tune nabin. Ew nikarin me tune bikin. HPG partiya muxalif a herî mezin e. Li dijî hişmendiya yekperet a AKP, CHP û MHP'ê partiya muxalif e. Êdî HDP bi tenê partiya xalif e.
'KIJAN DEMOKRASÎ BI SER KET?'
Yuksekdag, bertek nişanî helwesta Serokomar Erdogan "Li dijî darbeyan demokrasî bi ser ket" da û wiha got: "Kijan demokrasî çawa biser ket. helwesta dijdemokratîk a îxtîdarê disa xuya bû. Darbeya leşkerî li dijî vîna meclîsê pêk hat. Ewil Qesrê vina meclîsê pûç kir û piştre leşkeriyê meclîs bombe kir. Niha hemû erk û mercan bi Qesrê ve girê didin. Bi milyonan mirov dengê wan çû çopê. Meclîs êdi li derve maye. Komisyon pûç bûne. Niha her tiştî bi KHK'an çareser dikin. Ev demokrasî wê darbeyek nû bi xwe re bîne.
Yuksekdag, Biryarnameya di Hukê Zagonê de (KHK) ku ji nûve TSK'ê ava dike nirxand û wiha got: "Ew wisa bawer dikin ku wê artêşê perçe bikin û darbeyê çareser bikin. Lê ne wisa ye. Heta ku demokrasî di bin baneyê meclîsê de pêş nekeve rê li pêş darbeyan nayê girtin."
Yuksekdag, da zanîn ku pêwiste siyaseta sivîl bi demokrasiyê ve bê girêdan û wiha got: "Erdogan dibêje 'neheqiyên li hemberî min hatiye kirin ez efo dikim'. Ji ber ku HDP li dervê efoyê hişt em şaş nebûn. HDP heta niha bi hîleyan siyaset nekir. Tenê gelê me dikare me darizîne û me efo bike. Em ji bilî gelê xwe efoyê ji ti kesî naxwazin.