Ciwanê bi navê Mesût Îlkbahar ê ji gundê Pakîre ya navçeya Xozat a Dersimê dema bi bavê xwe re diçû qereqolê îmzeyê bide, hêj ji 50 metre mabû bikevin qereqolê leşkeran wesayîta wan gulebaran kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îlkbahar ji bo otopsiyê rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û ji morgê hat wergirtin û anîn welatê wî. Merasîma li Mala Cemê ya Xozatê hat li darxistin de parlamenter û rêveberên HDP û DBP'ê, rêveberên ÎHD, DHF, hevşaredarên Mêzgêr û Pulurê jî di nav de bi sedan kes beşdar bûn.
Piştî axaftinan cenaze li ser milan qasî 2 kîlometreyan bi meşê birin navenda navçeyê, di meşê de dirûşmên "Dê roja hesabê giran be", "Bi can bi xwîn, em ê tolhildan" û "Me berdêl da, dê ew jî berdêl bidin" hatin berzkirin. Girseya li navenda navçeyê zêde bû, cenaze li wesayîtê hate sîwarkirin û bigirn gundê Pakîreyê. Piştî helaliyê cenaze birin goristan gund. Di merasîma li gund de Wekîlê HDP'ê Erdal Ataş axivî û diyar kir ku gelê Dersimê ev 100 sal e li dijî faşîzmêre têkoşînê dide, ji malbat û dostên wî re sersaxî xwest.
Girseya ji goristanê vegeriya, dema li ber Qereqola Dalorenê ya li bintara gundê re derbas bûn li qorneyên maşînan dan û bertekên xwe dan nîşan.