KCK: Em ê xewn û xeyalên Derwêşê Evdî bi cih bînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, êrîşa qirkirinê ya DAIŞ'ê ya li Şengalê şermezar kir û got, "Kurdistana azad, têkoşîna jiyana azad xewn û xeyalên Derwêşê Evdî bû. Em careke din soz didin, em ê vê bi ser bixînin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist, ku beriya niha bi du salan bi destê DAIŞ'ê fermana 73'an li ser Kurdên Êzidî rabû û got, "Qetilkirina bi sedan Kurdan, revandina bi hezaran jinên Êzidî weke êrîşeke namerdî ya neyê ji bîrkirin, cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtiye. Em vê êrîşa qirkirinê bi hêrseke mezin şermezar dikin û soz didin, em ê tola vê êrîşa li derveyî mirovahiyê hilînin."

Hevserokatiyê got, "Civaka me ya Êzidî, mîrate û emaneta ku mirovahiyê, dîrokê û gelê qedîm ê Kurd ji me re hiştiye" û wiha dewam kir: "Xwedîderketina li civaka Êzidî ne tenê erka me ye, erk û wezîfeya hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Êrîşa li hemberî Kurdên Êzidî hat kirin, êrîşa li dijî hemû mirovahî, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya Kurdan e. Têkoşîna parastina vê civaka me, ku nirxên bingehîn ên Kurdewarî û mirovahiyê gihandiye vê serdemê, di heman demê de têkoşîna parastina Kurdîtî û mirovahiyê ye. Ji ber vê eykê, berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên qirkirinê yên DAIŞ'ê, weke yek ji berxwedanên herî pîroz cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtiye.

Destwerdana komek ji 12 gerîlayan û pêşîgirtina li DAIŞ'ê nîşan dide, ku civakeke dema li ber xwe bide wê karibe çi bi ser bixîne. Eger Êzidî xwedî xweparastin û xwerêveberiyê bûya, wê ev êrîşa qirkirinê bihata sekinandin û fermana 73'an ranebûya. Vê rastiyê careke din raxistiye pêş çavan bê xwerêveberî û xweparastin ji bo civakan, ji bo gelan çiqasî girîng e."

YÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK A ŞENGALÊ NEPARÊZE, NIKARE BIBE DEMOKRAT

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"DAIŞ'ê bi kontrolkirina Şengalê re xwest hem li ser Başûrê Kurdistanê serwer be, hem jî ji Şengalê êrîşî Şoreşa Rojava bike û bi vî rengî tesfiye bike. Lewma berxwedana li Şengalê bû berxwedana parastina Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Para berxwedana Şengalê gelekî zêde ye, ku niha DAIŞ li Mûsil û derdora wê ketiye pozîsyona parastinê.

Şengal hem ji aliyê civakî, hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê leşkerî ve cihekî gelekî stratejîk e. dema Şengalê li ser bingeha xweparastin û xwerêveberiyê jiyana xwe ya demokratîk û azad ava kir, wê jiyana demokratîk û azad a Başûrê Kurdistanê jî gaveke girîng bavêje û ev yek wê di demokratîkbûna Iraqê de roleke mezin bilîze. Jiyana azad û demokratîk a Şengalê wê Başûrê Kurdistanê demokratîk bike. Demokratîkbûna Başûrê Kurdistanê wê Iraqê demokratîk bike. Demokratîkbûna Iraqê jî wê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn bibe gaveke mezin.

Ji ber vê yekê, divê hemû demokrat û azadîparêz, xweparastin û xweseriya Şengalê biparêzin. Heta ku xweseriya demokratîk a Şengalê neyê parastin, ne li Kurdistanê, ne li Iraqê, ne jî li cîhanê mirov nikare demokrat bibe.

Kurdên Êzidî bi avakirina Meclîsa xwe, bi damezrandina hêzên xweparastinê YBŞ û YJŞ'ê re nîşan dan ku di avakirina jiyana demokratîk a herêmî ya li ser bingeha xweparastin û xwerêveberiyê de çiqasî bi biryar in. Erka dikeve ser milê hemû hêzên siyasî yên Kurd û demokratan ew e; destekê bidin vê gava Êzidiyan, vê gavê xurt bikin û Êzîdxanê veguherînin cihekî mînak ji bo Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn. Dema Êzidî azad û demokratîk bûn, hingî wê jiyana demokratîk û azad li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî xurt bibe.

JI BO EWLEKIRINA AZADIYA CIVAKA ME YA ÊZIDÎ EM Ê HER TIM BI WAN RE BIN

Ji bo jiyana demokratîk û azad a tevahiya gelê Kurdistanê, weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em ê mîna duh îro her tim li cem civaka xwe ya Êzidî bin ji bo hebûn û azadiya wan ewle bikin. Girîng e hemû hêzên siyasî yên Kurd jî li cem jiyana xweser a civaka me ya Êzidî cih bigirin û li ser bingeha xurtkirina demokrasiya Kurd, bi berpirsyariyên xwe rabin.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, em ê li cem têkoşîna jiyana demokratîk û azad a civaka xwe ya Êzidî bin û ji bo rizgarkirina axa Êzidiyan a heta niha nehatiye rizgarkirin, em ê bi erka xwe rabin. Ev yek wê di heman demê de bê wateya bicihanîna daxwaza Rêber Apo, ku di mijara jiyana demokratîk û azad a Êzidiyan de gelekî hesas e.

Em êrîşên qirkirinê yên DAIŞ'ê careke din şermezar dikin. Kurdistana azad, têkoşîna jiyana azad xewn û xeyalên Derwêşê Evdî bû. Em careke din soz didin, em ê vê bi ser bixînin."