Midûra Karê Nivîsan a Kovara Ozgur Halkê hate girtin

Midûra Berpirsyara Karên Nivîsan a Kovara Ozgur Halkê Hulya Karakaya hate girtin.

Midûra Berpirsiyara Karên Nivîsan a Kovara Ozgur Halkê Hulya Karakaya, duh dema ji Amedê diçû Stenbolê li balafirgeha Ametê hat binçavkirin û sewqî dozgeriyê hat kirin. Karakaya ku di çarçoveya lêpirsîna li navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê hat binçavkirin bi rêya SEGBİS'ê îfade da dozgeriya Komarê ya Kanîreşê.

Dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha sulh Ceza ya Kanîreşê kir. Heyeta dadgehê jî di der barê Karakaya de, bi îdiaya "Endamtiya Rêxistinê" biryara girtinê da.

Karakaya, piştî biryara girtinê şandin Girtîgeha Tipa E ya Amedê.