Çalakiyên gerîla bênavber didome: Herî kêm 22 leşker, 11 polîs hatin kuştin

Çalakiyên gerîla bêserûber didome. Li navçeya Şemzînanê herî kêm 22 leşker hatin kuştin, li Çewlikê jî bi çalakiyek sabotajê 11 polîs mirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî encamên çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniyê de ev gotin:

COLEMÊRG

“Roja 29’ê Tîrmehê li dijî operasyona artêşa TC a dagirker ku mabeyna gundên Serero, Bêtkarok û Şapatanê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dar dixe, çalakiyên gerîlayên me jî bi berfirehî dewam kirine.  Detayên çalakiyan wiha ne;

Gerîlayên me operasyona ku 29’ê Tîrmehê destpê kirî ferq kirine û vê operasyona xistine kontrolê. 31’ê Tîrmehê saet  07.30’an baskekî vê operasyonê dema ji qirika Bêtkarok dadiket gundê Serero hate hedefkirin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Danê sibehê saet  09.00’an hêzên me taxên Şapatan û Êldê girtin kontrol saet 08.00’an jî li derdora gundê Bermêşe li dijî konvoyek leşkerî bi çekên giran û navîn çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de her çiqasî leşkerên mirî û birîndar hebin jî hejmar nehatiye zelalkirin. Li vê herêmê tevgera konvoyên leşkerî didomin, yekîneyên vedigeriyan jî li mintiqa navbera Şapatan û Êldê hatin hedefkirin û wesayîte zirxî ya Kobra hate derbkirin.

Saet 11.30’an yekîneyek leşkerî ku ji 50 kesan pêk dihat, dema mabeyna qirikên Bêtkarok û Serero xwe bi cih kiribûn, hêzên gerîlayên me çalakî li dar xist. 4 leşker dema komî disekinîn hatin kuştin, baskekî me yê din jî li çepera MG-3 dan û 2 leşkerên din kuştin. 31’ê Tîrmehê ji danê sibehê saet 07.30’an heta danê êvarî saet 23.00’an yekîneyên dagirker bi çekên giran ên bomberdûmanê ve qadên çalakiyê û gund kirine hedef. Dîsa helîkopterên Kobra jî êrîşên giran li dar xistin. Di encama bomberdûmanan de ku bi çekên giran hatin kirin, agir bi eraziyê girt.

1’ê Tebaxê saet 07.30’an dema leşkeran xwestin xwe li qirikên Serero û Soranserê bi cih bikin, gerîlayên me ji baskan ve ew xistin kemînê û bi çekên ferdî, navîn û sûîqestê li wan dan. Baskê yekem 3, baskê duyem 3 û baskê sêyem jî 5 leşker kuştine.

Di van çalakiyan de bi giştî 22 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Dema çalakî û şerên giran ên 2 rojan de 2 gerîlayên me jî şehîd ketine. Ev operasyon hê jî didome. Her ku agahiyên nû werin jî em ê bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.

31’ê Tîrmehê saet 08.00-13.00’an hêzên me li dijî qereqola Bezelê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehatin zelalkirin.

1’ê Tebaxê saet 11.00’an hêzên me li dijî xeta elektrîkê ya li qada Berçelan a Colemêrgê çalakiyek sabotajê li dar xistin û ev îmha kirin.

ÇEWLIK

1’ê Tebaxê saet 17.30’an hêzên me li rêya di navbera navenda Çewlikê û balafirgehê de li dijî wesayîta zirxî ya servîsa polîsan bi wesayîteke bombebarkirî ve çalakiya sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta servîsê bi temamî rûxiya, 11 polîs mirin, 6 polîs jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku dema Operasyona Licê de şehîd ketine hatiye lidarxistin.

ŞIRNEX

31’ê Tîrmehê saet 11.45’an li navçeya Qileban a Şirnexê hêzên me li dijî komek leşkerên TC ku xwe li derdora girê Kuroşîno bi cih kiribûn, çalakî li dar xistin. Lê, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

AMED

1’ê Tebaxê danê êvarî artêşa TC li gundên Cûmmalaj û Derkam ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê û her wiha gundê Şelê û qadên derdora wê yên girêdayî navçeya Hênê ya Amedê qedexeya kolanan xistine meriyetê.”