KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê piştî mîtînga HDP’ê polîsan êrîşî girseyê kirin.
Li Wanê piştî mîtînga HDP’ê ku îro hate lidarxistin û şûn de polîsan êrîşî gelê ku belav dibûn, kirin. -
Li Çewligê di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn
Li ser rêya Çewlig-Mûşê di dema derbasbûna wesayîtekî polîsan de teqînek pêk hat. -
Li Fransa ji bo azadiya Ocalan çalakî belav dibin
Ciwanên Kurd ên li paytet Parîs a Fransayê dijîn, ji bo azadiya Ocalan daketin kolana. Wê li welat di 3-4-5’ê Tebaxê de çalakiyan li dar bixin. -
Li Şirnexê ‘Ji bo qetlîamên AKP’ê’ wê serî li DMME’yê bidin
Qetlîamên li Şirnexê hatin kirin dibin DMM’yê. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de wiha hat gotin: “Ji bo hikûmeta AKP’ê bê darezandin, divê gelê Şirnexê daxwazname ji bo DMME’yê bişîne.” -
Li Şedadê motosiklêtek teqiya
Li gunê Erîşa yê girêdayî Şedadê motoskilêtek teqiya, di encama teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Gerîla li ser hev derbeyên xurt li artêşa Tirk dide
Gerîlayên HPG/YJA-Star, li ser hev derbeyên xûrt li artêşa Tirk didin. Di şerê li Şemzînan yê di 31’ê Tîrmehê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin. -
Kêlîyek jî be, me dilê zarokên Sûrê xweş kir
Şaredariya Sûrê ji bo zarokên navçeya Sûrê bernameyeke ger û geştê lidar xist, zarok birin li Mêrdînê gerandin. -
8 leşker, 3 tîmên taybet hatin kuştin
Di çalakiya sabotajê ya şervanên YPS/YPS-JIN’ê a li Sêrtê de 8 leşker û 3 tîmên taybet hatin kuştin. -
TŞYG: Li Ordûyê 4 leşker hatin kuştin, 3 çek hatin desteserkirin
TŞYG, çalakiya ku li navçeya Mesûdiye ya Ordûyê girt ser xwe. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker birîndar bûn. TŞYG diyar kir ku dest danîne ser 2 çekên HK-33 melez û çeka BKC yê. -
Dersîmiyan li ser rewşa Ocalan name ji saziyên navneteweyî û hikûmetê re şandin
Li Dersîmê têkildarî tecrîda li ser Ocalan name ji bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, CPT’yê û Wezareta Edaletê re hate şandin. -
Cenazeyên 12 şervanan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 12 şervanên di operasyona rizgarkirina Minbicê û komkujiya li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Şewata li Farqînê ya ji aliyê leşkeran ve hat derxistin, nêzî gundan dibe
Ji ber topbarana ji Qereqola Malabadê hat kirin, li bejahiya navçeya Farqîn a Amedê şewat derket. Ev şewat li derdorê belav dibe û di vê kêliyê de nêzî malên li gundê Başimtê bûye. -
YPS'ê şehîdên Hezex, Silopiya û Kerboranê eşkere kir
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê nasnameyên şehîdên Hezex, Silopiya û Kerboranê eşkere kir. -
Gundê Şapatanê û gundikê Serero hate dorpêçkirin
Li Şemzînanê gundê Şapatan û gundikê Serero ku 'qedexeya derketina derve' lê hate ragihandin, di bin dorpêçê de ye, şewata daristanê ya ku bi dest leşkeran hatibû derxistin, ji duh ve berdewam dike. -
Bi qasî 70 kes li Erzîromê hatin binçavkirin
Li Erzîromê, 67 endamên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin. -
Li taxên El- Şêx Eqîl û El-Izir şer giran e
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li taxên El- Şêx Eqîl û El-Izir bi pêş ve diçin. -
Leşkeran li Dersîmê ciwanek qetil kirin
Li gundê Pakîre yê Xozadê, leşkerên Tirk gule li wesayîtekê reşandin û ciwanê bi navê Mesût Îlkbahar qetil kirin. -
Leşkerên Tirk welatiyekî din ê ji Rojava qetil kirin
Leşkerên Tirk, duh bi şev gule li Xelîl Dawûd Mihemed (25) ê hewl dida ji gundê Elokê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe reşandin û ew qetil kirin. -
'Em berxwedanê mezin bikin, sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin'
KJK'ê li dijî tecrîda li ser Ocalan banga têkoşînê kir û got, "Divê sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bê hilweşandin. Têkoşîna herî mezin a xweparastinê, berxwedana tinekirina sîstema şantaj, gef û îşkenceya li Îmraliyê ye." -
Şervanan gundê Cib El-Neşame rizgar kirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê Gundê Cib El-Neşame yê li başûrê Minbicê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. -
Li Şapatan, Serero û Bêtyoyê derketina derve hat qedexekirin
Li gundê Şapatan ê Şemzînanê û gundikên Serero û Bêtyo yên ser bi vî gundî, derketina derve hat qedexekirin. -
Fikar gelekî zêde ne; divê tecrîd were rakirin
Girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nerazîbûnan jî zêde dike. Nûnerên Rêxistinên Civakî yên sivîl ên li Amedê ji bo rakirina tecrîdê bang li saziyên navneteweyî kirin, ku bi berpirsyariya xwe rabin. -
Li hemberî komkujiyen nû divê Êzidî tevlî nava refên YBŞ/YJŞ'ê bibin
Gerîlayê HPG'ê Herêm Faraşîn ê li Şengalê Herêmên Faraşîn da xuyakirin, ku ji bo komkujiyên nû li Şengalê rû nedin, divê Kurdên Êzidî tevlî nava refên YBŞ/YJŞ'ê bibin û Şengalê biparêzin. -
Li Riha û Dîlokê palehiya fisteqan
Li Riha û Dîlokê, palehiya fisteqên Dîlokê, ku yek ji girîngtirîn çavkaniya debara herêmê ye, destpê kir. Ji ber ku ev berhema bi kedeke mezin tê afirandin bi erzanî tê firotin, cotkar dilsar in. -
Em ê hesab ji berpirsyarên komkujiya 3'ê Tebaxê bipirsin
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal diyar kir, hêza esasî ya Şengalê YBŞ weke hêza tolhildana ji komkujiyan derketiye holê û destnîşan kir, ku ew ê hesab ji kesên rê li ber komkujiya 3'ê Tebaxê vekirine bipirsin.