Bi qasî 70 kes li Erzîromê hatin binçavkirin
Li Erzîromê, 67 endamên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin.
Li Erzîromê, 67 endamên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesr li hemberî gelê Kurd dimeşîne, dewam dikin.
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, danê vê sibehê avêtin ser malên endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên li navçeya Erzîrom Qereyaziyê. Di serdegirtinên li navenda navçeyê û taxên Kalo, Corova, Reşayê Temo, Reşayê Sebriye, Degîrmendere, Gullu û Kosehasan de herî kêm 67 kes hatin binçavkirin.
Welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Erzîromê.
Navên 42 ji binçavkiriyan bi vî rengî ne: Dogan Kanat, Felemez Ele, Erhan Karakaya, Ayhan Kirtil, Tûba Arslan, Memet Kamiş, Emrah Savaş, Hevserokê DBP'ê yê Qereyaziyê Salîh Altayli, Melîk Altayli, Mûstafa Altayli, Naîme Koç, Kemîle Yuksel, Servet Koç, Îsmaîl Koç, Elvan Çetîn, Huseyîn Ateş, Şerîf Ateş, M.Saît Ozmen, Cemîl Ozmen, Sebahattîn Ozmen, Şeref Kabak, Mûrat Karabakan, Fahrî Karabakan, Ersîn Karabakan, Neşet Karabakan, Halîl Karabakan, Atîlla Karabakan, Talat Oran, Şakîr Oran, Yavûz Oran, Nûrettîn Dûrmaz, Cemîl Oran, Abdûllah Oran, Haydar Oran, Serhat Oran, Umît Oran, Metîn Alaca, Ramazan Alaca, Yaşar Alaca Mehmet Emîn Alaca, Medenî Bîngol, Medenî Gunduz.